‘Bûyera Gulîstan Doku parçeyek ji qirkirina jinê ye’

  • 09:09 25 Adar 2021
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
AMED - Ji Komeleya Jinan a Rosa, parêzer Gozde Ergîn diyar kir ku windakirina Gulîstan Doku parçeyeke ji ‘qirkirina jinê ye’ û got: “Sedema nedîtana Gulîstanê ev e ku naxwazin bê dîtin. Ji bo ku keseke din ji me kêm nebe em ê bi parastina xwe ya cewherî têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku, li Dêrsîmê di 5’ê Çileyê 2020’an de winda bû û ji wê rojê şûnde agahî jê nehat girtin. Tevî ku li bajêr li her derê kamera heye jî tu agahî nehatin bidetxistin. 
 
Ji bo kesên gotin ‘Gulîstanê li ku ye’ lêpirsîn hat vekirin
 
Di pêvajoya salekê de, bi israr îdia kirin ku Gulîstanê întîcar kiriye û li Gola Bendava Uzunçayirê lêgerîn hat kirin. Tevî hemû serlêdanên malbatê bersivek nehat girtin û ji bo kesên ku gotin ‘Gulîstan li ku ye jî’ lêpirsîn hat vekirin. Li aliyê din gumanbarê sereke Zaynal Abarakov û malbata wî jî bi aşkera hatin parastin. Ji derketina derveyî welat a Zaynal re tu tiştek nehat kirin û li xwişka Gulîstanê, Aygul Doku doz hat vekirin û cezayê pere hat birîn.
 
Jinên ji bo Gulistanê têkoşîn meşandin jî di 5’ê Çile de di serî de li Dêrsîmê û gelek bajarî çalakiya ‘Gulîstan Doku li ku ye’ pêk anîn.
 
Der barê mijarê de ji Komeleya Jinan a Rosa parêzer Gozde Ergîn nirxandin kir.
 
Ji 5’ê Çileyê 2020’an heta niha: Gulîstan li ku ye?
 
Gozdeyê diyar kir ku ji 5’ê Çileyê 2020’an heta niha dibêjin ‘Gulîstan Doku li ku ye?’ û got der barê mijarê de lêpirsîn rast nayê meşandin û wiha got: “Lêgerîn tenê di avê de hat kirin. Me got divê tenê di avê de neyê kirin lê wan bi israr di avê de kir. Me got divê teqez îfadeya Zaynal bê girtin û me ji hemû merciyan re ragîhand ku cihê ku lêpirsîn lê tê meşandin buroya ku bavê Zaynal lê dixebitiye û ev dikare rê li ber dijhiqûqiyan vebike. Di ava lêgerîn lê hat kirin de cesedê çend kesan hat dîtin lê Gulîstan hîna jî nehatiye dîtin. Ji duh heta îro yekane tişta guherî rawestîna lêgerînê bû.”
 
‘Îhtîmala nedîtina Gulîstanê tune ye’
 
Gozdeyê balkişand ser bajarê Dêrsîmê û got bajarekî biçûk e û her tim di bin dorpêça polîsan de ye û wiha pê de çû: “Li Dêrsîmê li her gavê kamera heye. Kamerayên ji zanîngehê heta pirê hene. Me di serlêdana serdozgeriyê de got divê hemû kamera bên lêkolînkirin. Cihê tê îdiakirin Gulîstan lê winda bûye, kamera dişopînin. Lê ev yek jî nehatin kirin. Lêpirsîn bi bandor nehat kirin. Der barê vê de agahî nayên parvekirin. Ev salek ev jin nayê dîtin. Ev tê wateya ku naxwazin bibînin. Yanî îhtîmala nedîtina wê tune ye.”
 
‘Gumanbarên peywirdarên dewletê ne bê ceza tên hiştin’
 
Gozdeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gumanbarên peywirdarê dewletê an jî xizmên wan bêceza tên hiştin.Ev rewş jî cesaretê dide mêran. Tevî di îfadeya Zaynal de naqokî hene jî bi meha şûnde îfade hat girtin û bi rehetî hat berdan û malbat ji pêvajoyê bêpar hat hiştin. Ev jî nîşan dide ku pêvajo baş nayê meşandn. Me di destpêka pêvajoyê de ferq kir. Me hewl da em wek STK hemû mekanîzmayan bikin dewrê.Malbata Gulîstanê û jin israra di têkoşînê de didomînin. Di 25’ê Mijdar û 8’ê Adarê de jinan pankara ‘Gulîstan Doku li ku ye?’ hildan. Bêguman wê rêxistinên jinan pêşa vê bernedin. Wê şopdarê vê bin. Heta ku yek din ji me kêm nebe em ê bi hêza xwe ya rêxistinkirî, parastina xwe ya cewherî têkoşîna xwe bidomînin.”