Jinên ku biryara parastina wan hebû û nehatine parastin

  • 09:08 25 Adar 2021
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzer Çîgdem Sevîmlî ŞONÎM a ku li şûna jinê biparêze, davêje nav lepê şîdetê nirxand û balkişand ser hejmara serlêdana li Navendên Şopandin û Pêşîgirtina Şîdetê (ŞONÎM) û got sedema vê ev e ku jin ji ŞONÎM’ê bawer nakin.
 
Peymana Stenbolê ku di 2011’an de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû îmzekirin, salek bû ji aliyê AKP û MHP’ê ve dihat xwestin ku bê rakirin di şeva 19’ê Adarê de bi Biryarnameya Serokomariyê hat feshkirin. Jinên ku divê li dijî şîdetê bên parastin jî bi qetilkirinê re tên rû hev. Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê di 9’ê Adarê de dane parvekirin û got di 148 mêvanxaneyên jinan yên Tirkiyeyê de di navbera 2002 û 31’ê Çileyê 2021’ê de bi giştî 411 hezar û 995 jin û zarokên ligel wan fêde girtine. Wezaretê berê jî ‘Rehbera Nirxandin û Standartên Mêvaxaneya Jinan’ û ‘ Rehbera Standartên Xizmeta ŞONÎM’ amade kir û gotibû wê rehebereke nû ya bi hevkariya UNICEF'ê ji xizmetê re bê pêşkêşkirin. Di danezanêde hatibû gotin ku wê zarokên bi dayikên xwe re li mêvanxaneyan dimînin jî piştgiriya pêşketina psîkolojîk bigirin.
 
Di daneyên wezaretê de xizmetên ji bo jin û zarokan hatin rêzkirin. Lê rastiya jin û zarokên li mêvanxaneyan, bi hejmareke zêde dertê pêşberî me. Mînakên vê yên herî nêz, jinên di salên dawî de li Amedê hatine qetilkirin e…
 
Ji bo Muzeyyen Boylu ya hat qetilkirin biryara parastinê
 
Parêzer Muzeyyen Boylu biryara wê ya parastinê hebû û di 2019’an de li Peyasa Amedê ji aliyê mêrê ku dixwest dest jê berde ve hat qetilkirin. Derketibû holê ku gumanbar Mesut Issi ew aciz dikir û Muzeyyenê doza destberdanê vekiriye û biryara parastinê daye girtin.
 
‘Gelo piştî kuştina min hunê bên’
 
Remziye Yoldaş di 2020’an de li Yenîşehîra Amedê ji aliyê mêrê pê re zewicandî ku ji girtîgehê fîrar kiribû ve hat qetilirin. Gumanbar Veysî Yoldaş ku fîrar kiribû li Remziyeyê digere û tehdîd dike. Remziye li Polîsan digere. Polîs dibêjin ‘tu bawerî ew e’. Remziye dibêje ‘Hun li benda çi ne, piştî min bikuje hun ê bên.’ Piştî demekê jî gumanabar Remziye qetil kiribû.
 
6 serlêdan
 
Li Amedê di mehekê de du jin ji ber nehatin parastin hatin qetilirin. Sureyya Buyuk 6 caran serî li cendermeyan dide û di 28’ê Çile de li taxa Hantepe ya Yenîşehîrê ji aliyê mêrê pê re zewicandî Mehmet Buyuk ve hat qetilkirin. Hat diyarkirin ku Sureyya di navbera 3-21’ê Çileyê de di stargehê de maye.
 
Gulîstan Şaylemez jî di navbera 6-8’ê Sibatê de li stargehê dimîne. Di 15’ê Sibatê de ji aliyê birayê xwe Mehmet Şaylemez ve li Yenîşehîrê hat qetilkirin. Gulîstan 10 roj beriya bûyerê diçe qereolê û li bavê xwe Abdulvehap Şaylemez û xizmê xwe A.S. gilî dike.
 
‘Hejmara ŞONÎM’an têr nake’
 
Ji parêzerê Navenda Mafên Jinan a baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî balkişand ser pirsgirêkên ku jin li Navendên Şopandin û Pêşîgirtina Şîdetê (ŞONÎM) dijîn û got li wir şert gelek qelsin û hejmara ŞONÎM’an hewcedariyan pêşwaz nake. Çîgdemê wiha got: “Em dikarin bêjin ku ŞONÎM tam aktîf bûne.Yek ji kêmasiyên herî mezin kêmbûna stargehan e. Mînak di pandemiyê de ŞONÎMAN serlêdan negirtin. Em dizanin ku stargeh gelek qelebalixin. Mînak di odeyekê de ji yekÊ zêdetir kes dimînin. Ev jî bandorê li psîkolojiya wan dike. Ji bo jinên ketine stargehê ji bo zarokên wan yên keç temenê 15 yê kur jî 12 sînor danîne. Zarokê 12 salî ku nagirin yurdê di her şertî de nikarin li xwe binêrin. Cihê wan tune ye. Zarokan bi giştî didin 'malên hezkirinê'.”
 
‘Hewl didin jinê bi gumanbar re lihev bînin’
 
Çîgdemê wiha berdewam kir: “Jineke ku zarokê wê negirtin, neçar ma ew jî veqete. Ji ber vê jî dîsa bi şîdetê re tên rû hev. Dîsa dikeve xetereyê. Ji bo dayikan pirsgirêka herî mezin zarokên wan e. Ji ber şert ne di cih de ne zarokên xwe digirin û dertên. Yek nokteyeke din ya girîng jî jinên serî li ŞONÎM’ê didin, hewl didin bi gumanbarên wan re lihev bînin.Di esasê de ev di hemû merciyên daraz û îdarî de heye. Ev rewşeke bi rastî jî bi xof e. Hejmara jinên serî li ŞONÎM’ê didin kêmin. Ev jî nîşan dide ku jin baweriya wan bi ŞONÎM’ê tune ye. Di şertên wir de xwe rehet hîs nakin. Di pandemiyê de jinan zêdetir serî li STK’yan dan. Nayê zanîn ku van jinan çiqas piştgirî girtiye jî. Divê ŞONÎM der barê serlêdanan de daxuyaniyekê bide.”