‘Em desturê nedin girtina HDP’ê’

  • 09:05 25 Adar 2021
  • Rojane
ENQERE - Jinan bertek nîşanê doza bi daxwaza girtina HDP’ê hatiye vekirin dan û diyar kirin ku HDP ne partiyeke nav e û got di pîrozbahiyên Newrozê de girse ji vê re bûye bersiv.
 
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê bi armanca girtina HDP’ê doz vekir û bir Dadgeha Destura Bingehîn (DDB). Li welat vê rê li ber bertekan vekir. Ji nûnerên partiyên siyasî, nivîskar, rewşenbîr û rojnamgeran heta gelek aliyên civakî bertek nîşanê dozê dan.
 
Welatiyên li Enqereyê dijîn jî bertek nîşanê doza girtina HDP’ê dan û gotin wê têbikoşin.
 
‘HDP ne partiyeke nav e’
 
Yagmur Alaz Gulveren bi lêv kir ku hemû partiyên ku îradeya Gelê Kurd nas dikin hatine girtin û ev jî mînaka dawiye ye û got: “HDP ne partiyeke nav e. Di pîrozbahiyên Amed, Mêrdîn, Enqere û gelek bajarên din ên Newrozê de gel bersiva vê daye. Heta dixwazin bila bigirin. Ev gel wê li vir be. Bi girtina HDP’ê nikarin îradeya gel tune bikin.”
 
‘Wê gel jî parlamenterê gel jî biaxivin’
 
Yagmurê destnîşan kir ku bi girtin û binçavkirinan hewl didin ku gel bêdeng bikin û dîmenên binçavkirina parlamenter Omer Faruk Gergeroglu yê li meclîsê ji aliyê bi sedan polîsî ve hat binçavkirin bibîr xist û got bi vî awayî nikarin Omer Faruk bêdeng bikin. Yagmurê ev tişt anî ziman: “Wê gel jî parlamenter jî biaxivin. Heta dikarin bila partiyê bigirin. Wê ya nû bê vekirin.”
 
‘Em çi bikin mafdarin’
 
Nurten Temel jî bi lêv kir ku ew naxwazin HDP bê girtin û daxuyakirin ku çi dibe bila bibe divê destur nedin ku HDP bê girtin û li dijî vê banga têkoşînê kir û got gel çi bike mafdare.
 
‘Em dixwazin azad bin’
 
Gulşen Temel jî bertek nîşan da û daxuyakirin ku ew naxwazin bibin kole, ew dixwazin azad bin û got: "Ji ciwanan bigirin heta jinan û heta kal û pîran divê her kes li dijî vê rewşê derkeve. Divê têkoşîn bê dayîn. Em aştiyê dixwazin.”