HDP'ê bi çalakiya rûniştinê bal kişand ser grevên birçîbûnê

  • 14:32 24 Adar 2021
  • Rojane
AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê tevî astengiya polîsan jî çalakiya rûniştinê li dar xist û bal kişand ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatiye destpêkirin, xwest li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li Parka Koşûyolû daxuyaniyê bide çapemeniyê. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê û hin nûnerên rêxistinên civaka sivîl çûn parkê lê polîsan park dagir kiribûn. 
 
Cîgirê Hevserokên Rêxistina HDP’a Amedê Îrfan Soner ji bo daxuyaniyê bidin bi polîsna re hevdîtin kir lê belê polîsan ji ber gotinên “tecrîd û greva birçîbûnê” destûr neda daxuyaniyê. 
 
Tevî astengiya polîsan jî komê çalakiya rûniştinê li dar xist û bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê û piştre belav bûn.