Ji Fîgen Yuksekdag parvekirina Peymana Stenbolê

  • 13:29 24 Adar 2021
  • Rojane
ENQERE-Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya serdema berê Fîgen Yuksekdag têkildarî feshkirina Peymana Stenbolê li ser medyaya civakî banga têkoşînê ya bi hev re kir. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya serdema berê Fîgen Yuksekdag têkildarî feshkirina Peymana Stenbolê li ser medyaya civakî banga têkoşînê ya bi hev re kir. Fîgena ku bi saya xizmên xwe peyama xwe ragihand da zanîn ku divê têkoşîna ji bo Peymana Stenbolê bê parastin. 
 
Parvekirina Fîgenê wiha ye:"Me çawa Peymana Stenbolê bi têkoşînê qezenc kir em ê li kuçeyan û bi parastinê biparêzin. Ji bo em rê nedin tecawizkar, êrişên kesên hov diparêzin niha bêtir divê em li berxwe bidin.