112 roj in berxwedana 'Em hemû Asayîş in' didome

  • 16:50 23 Adar 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - Çalakiya ku xelkê Şengalê ya li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê û ji bo xwedîderketina Asayîşa Êzidîxanê, di roja xwe ya 112’yan de berdewam dike.
 
Berxwedana Şengaliyan ku li dijî peymana Bexda-Hewlerê di 2’yê kanûna 2020’an de li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê hatibû destpêkirin, di roja 112’yan de didome. Çalakiya bi dirûşmeya, “Em hemû asayiş in” tê meşandin her roj bi komek nû tê meşandin. Her wiha bi sedan kes serdana konê berxwedanê dikin û destek didin.