Çalakiya greva birçûbûnê li Mexmurê di roja 96'emîn de ye

  • 16:41 23 Adar 2021
  • Rojane
 
MEXMUR - Çalakiya greva birçîbûn li Mexmûrê di roja 96'emîn de berdewam dike. Jinên di çalakiya greva birçîbunê derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivîn. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr)  bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hatibu kirin. Çalakî bi koma 48’emîn di roja 96’an de didome. Jinên di vê komê de ji ajansa mera nêrînên xwe derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de anîn ziman.   
 
‘Em Newroza îsal diyarî  Rêber Apo dikin’
 
Qîmet  Nêrwehî axivî û got: “Armanca çalakiya me bidawîkirina tecrîda giran kiri ya li ser Rêber Apo ye. Heta em ne gihên serkeftinê em ê her çalakiyên xwe berdewam bikin. Heta em bi awayê azad bi serokê xwe re nejîn em ê di nava çalakiyan de bin. Em Newroza îsal diyarî  Rêber Apo dikin û em vê cejnê di serî de li gerîllayên serê çiyê û li tevahî Gelê Kurd pîroz dikim. Banga min ji bo tevahî Gelê Kurd ew e ku rabin ser piyan û ji bo azadiya Serokatî têbilişin.”
 
‘Gelê bakurê Kurdistanê xwedî li keda 40 salan derket’
 
Sultan Yildiztan jî li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêrînên xwe anîn ziman û got:”Armanca me ya gireva birçibunê têkbirina  tecrida li ser Rêber apo ye û piştgirîdayina girtiyên zindanan e. Ev dem dema azadkirina Rêber Apo ye ,ne dema bêdengmayînê ye.  Pêwîste em hertim bi Rêber Apo re bijîn. Gelê bakurê Kurdistanê bi Newrozê re xwedî li keda 40 salan derket bi wê germahiyê hêvî dikim ku bibin xelekek ji agir li dora Rêber Apo.”
 
‘Gelê kurd di Newrozê de bersiv da’
 
Dayîka bi navê Ezîze Teymur axivî û got :” Em jî li ser navê koma 48’emîn ji ber rewşa Rêber Apo ketîne vê girevê. Ji bo çalakiya me wext jê re tune ye. Heta em xeberek ji Rêbertiya xwe ne girin em ê li ser lingan bin. Weke wargeha Şehîd Rustem Cudî çi bikeve ser milê me em ê bikin û tu wext jêre nîne em ê her çalakiyên xwe berdewam bikin. Gelê kurd di Newroza îsal de bersiv daye dewleta tirk û Erdoxan. Di vê Newrozê de gel da diyarkirin ku tucarî li hember zilmê serî natewînin. Weke jin heta em ne gihin armanca xwe wê çalakiyên me berdewam bin. Bi fikir û ramana Rêber Apo em gihane van rojan. Ji ber wê yekê divê em hîn bêhtir xwedî li Rêberê xwe derkevin.”