Têkildarî komkujiya Parîsê dê çalakî bê lidarxistin

  • 16:10 23 Adar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî komkujiya Parîsê dê çalakî bê lidarxistin.
 
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye di Çileya 2013’an de sê siyasetmedarên kurd ên jin hatibûn kuştin. Ji bo ku servîsên îstîxbarata Fransayê agahiyên di destê xwe de bidin koma lêpirsînê wê roja pêncşemê çalakiyek were kirin.
 
Civaka Demokratîk a Kurdan li Fransayê (CDK-F) diyar kir ku servîsên îstîxbarata Fransayê heta niha ‘razên dewleyê’ yên li ser agahiyên di destê xwe de ranekirine.
 
Li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatibûn kuştin.
 
Di lêpirsînan de derketibû holê ku MÎT’a Tirk ev qetlîam organîze kiriye. Rayedarên Fransayê bi hinceta ku agahiyên di destê wan de ‘razên dewletê’ ne nexwestibûn van agahiyan bidin dozgerê lêpirsînê.
 
CDK-F’ê got ku, “Ev redkirin li ser lêpirsînê bandoreke giran dike û MÎT’a Tirk dixwaze vî sûcê terorîst ê li Fransayê hatiye kirin, bêceza bimîne. Heke raza dewletê neyê rakirin wê ji bo rayedarên Fransayê bibe înkara giran a edaletê.”
 
CDK-F ji bo ku raza dewletê were rakirin û bêcezatî were bidawîkirin diyar kir ku wê 24’ê Adarê de li nêzî Wezareta Edaletê li ’28 Place Vendome’ çalakiyan bike. CDK-F’yê ji bo tevlêbûna çalakiyê bang kir.