NY'ê ji bo Peymana Stenbolê bang li Tirkiyeyê kir
- 14:46 23 Adar 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ofîsa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bang li Tirkiyeyê kir ku ji feshkirina Peymana Stenbolê gav paşde biavêje.
Ofîsa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bang li Tirkiyeyê kir ku ji feshkirina Peymana Stenbolê gav paşde biavêje. Berdevka Ofîsa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Liz Throssell, ji bo girtina siyasetmedar û aktivîstan fikara xwe anî ziman.
Liz di civîna çapemeniyê de wiha got:"Bi sûcdariyên terorizmê yên ku bi awayekî zelal nayên pênasekirin hedefgirtin didome. Her wiha bi vî rengî hewil didin kesên muxalîf dibînin bêdeng bikin."