Li Amedê 6 kes hatin binçavkirin
- 11:31 23 Adar 2021
- Rojane
AMED - Li navçeyên Çinar û Karazê bi hinceta ku tevli Newrozê bûnê yek jê jin 6 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Karazê ya Amedê bi hinceta ku di 21'ê Adarê de tevli pîrozbahiya Newrozê bûne Ayşegul Sogut, Yasîn Çelîk, Siddik Polat û Vedat Kizil hatin binçavkirin.
Li Çinarê jî Talat Ozdemîr û Metîn Vural hatin binçavkirin