Aktîvîsta TJA’yê Siyajîn:Me dît ku jin dest ji berxwedanê bernadin

  • 10:00 23 Adar 2021
  • Rojane
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Siyajîn pîrozbahiyên Amedê nirxand û got: “Girseya ku qada Newrozê tije kir, heta dawî daxwaza azadiya Birêz Ocalan, rakirina tecrîdê û aştiyê anî ziman. Em ji vê qîrînê fêm dikin ku gel, jin û ciwan tu car dest ji berxwedanê bernadin.”
 
Îsal Newroz bi dirûşma ‘Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bin’ pêk hat. Li herêmê û bajarên Tirkiyeyê Newroz bi heybetek mezin hat pîrozkirin û jinan mohra xwe lê da. Jinan bi cil û bergên xwe yên kurdî, berê xwe dan qadan û peyama ‘em dest ji çand, ziman, maf û azadiya xwe bernadin’ dan. Li Amedê Tevgera Jinên Azad (TJA) beriya 8’ê Adarê û seranserê pîrozbahiyên Newrozê li qadan çalakî û bername pêk anîn. Aktîvîsta TJA’yê Siyajîn Nefîse Yildirmaz, li ser jinên ku bi çand, ziman, reng û berxwedana xwe daketin qadan nirxandin kir.
 
Siyajînê balkişand ser çîroka agir ya di dîroka mirovahiyê de û got divê hest, refleksa ku dema mirovan agir dîtiye bê zanîn û wiha pê de çû: “Agir di nav demê de wek alava germbûn, pijandina xurekê û heta alava agahîgirtinê hatiye bikaranîn. Agir ji civakê hatiye dizîn û bûye alava desthilatdariyê. Em vê ji mîtolojiyê fêr dibin. Gelo çi pê hat ku agirê pîroz û ji bo fêdeya gel bû, di demekê de ji bo şewitandinan hatiye bikaranîn? Mirovên ku nû agir kîfş kirin gelo dizanibûn ku wê agir rojekê ji bo şewitandina jinan bê bikaranîn? Na nizanibûn. Destilatdariyan bi rêbazên xwe li dij civakê bikar aniye.”
 
‘Newroz îro jî nîşaneya serkeftinê ye’
 
Siyajînê her wiha di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di seranserê dîrokê de civak û desthilatdarî her tim di pevçûnekê de bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Civakê tu car dest ji tiştên aydê xwe bernedaye. Lêgerîna heqîqeta xwe berdewam kiriye, riyên îfadekirina lêgerînên xwe danîne holê. Wek Kawayê Hesinkar yê li dijî zilma Dehaqa li riyên rizgarbûnê geryaye. Agirê Newrozê ku îro jî wek roja serkeftin, azadî û hatina biharê tê dîtin, roja ku Kawayê Hesînkar, Dehak têk biriye, li ser girê bilind ji bo mizginiya serkeftinê bide gel pêxistiye.”
 
‘Keda mezin a jin û ciwanan heye’
 
Siyajînê bi lêv kir ku Newroza ku ji bo hemû gelên cîhanê mizginiya biharê ye û tê pîrozkirin, ji bo jin û ciwanên Kurd xwedî wateyeke hîn girîngtire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em vê ji hêvî û kelecana mezin ya di salên 1990’î de li ser girên mezin agir dihatin pêxistin dizanin. Em ji berxwedana gelê ku her tişt dabû ber çavên xwe, ligel hev herikîn qadên Newrozê ya wan salan dizanin. Bi taybet di rojên dawî de di amadekariyên Newrozê de jin û ciwan bi heybeteke mezin xebatan dimeşînin û ked û hewldanek mezin dane. Em vê baş dibînin.”
 
‘Jin, ciwan û gelan dest ji têkoşînê bernedan’
 
Siyajîn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku polîtîkayên şer herî zêde li Amedê pêk tên û wiha dawî lê anî: “Dema me belavok belav dikirin, ciwanan digotin ‘nedin me, em zanin em ji xwe tên’. Em samimiyet, bawerî û girêdayîna wan baş dibînin. Tevî evqas zext, binçavkirin û girtinan, tevî şertên pandemiyê li her çar alî welat qadên Newrozê tije bûn. Girseya ku qada Newrozê tije kir, heta dawî daxwaza azadiya Birêz Ocalan, rakirina tecrîdê û aştiyê anîn ziman. Em ji vê qîrînê fêm dikin ku gel, jin û ciwan tu car dest ji berxwedanê bernadin.”