Meclisa Jinan a DAD'ê: Em ê têkoşîna heq û heqîqetê bidomînin

  • 09:42 23 Adar 2021
  • Rojane
 STENBOL - Meclisa Jinan a DAD'ê bi daxuyaniya ku li dijî fesihkirina Peymana Stenbolê da diyar kir ku ew ê têkoşîna heq û heqîqtê mezin bikin. 
 
Meclisa Jinan a Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) derbarê Peymana Stenbolê ku hat fesihkirin de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Fesihkirina peymanê tunehesibandina îradeya jinan e. Em ê têkoşîna xwe ya heq û heqîqetê bidimîin û azad bibin."
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Peymana Stenbolê destkeftiya jina ye û di berdewamiyê de wiha hat gotin, "Peyman 34 welatên Eropayê di nav xwe de dihewîne û destkeftiya jinan a ku her roj jinan ji destdirêjî û tunda li wan tê kirin diarêze ye. Ev fesihkirina bê sedem cureyekî din ê tundiya li jinê ye û sûc e. Em weke Meclisa Jinan a Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan dibêjin ku em vê biryarê napejirînin û tu carî dest ji parastina heq û heqîqetê bernadin.  Maf û biryarên me yên me ne. Peymana Stenbolê jî ya me ye."