'Rizgarkirina Dêrazorê şoreşek bi serê xwe ye'

  • 09:01 23 Adar 2021
  • Rojane
 
Dilucan Bozî
 
DÊRAZOR - Endama Komîteya Jinê ya bajarê Dêrazorê Melek Ebd- Kerim bi hatina salvegera rizgarkirina Baxozê kiryarên çeteyên DAIŞ'ê ku li ser wan dihat ferzkirin parve kir û got: "Dema ez kiryarên çeteyên DAIŞ'ê parve dikim gelek êş dijîm, ji ber min bawer nedikir ku mirov, mirovên bê sûc bikujin, lê rastî herdem bi êş e." 
 
Di 23'yê Adara 2019'an de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi merasimek girseyî têkçûna çeteyên DAIŞ'ê li bajarokê Baxozê yê Dêrazorê ragihand. Çeteyên DAIŞ'ê li tevahî cîhanê bû cihê metirsiyê. Her wiha DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek bajar dagir kiribû û gelek qirkirinên mirovahî pêk hatin. Her wiha di sala 2014'an de jî êrîşî Şengalê kirin û bi hezaran jinên kurdên Êzidî hatin revandin û di bazaran de hatin firotin. Bi mizgîniya biharê re tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûn û serkeftina Boxazê diyarî jinên Şengalê hat kirin.
 
Endama Komîteya Jinê ya bajarê Dêrazorê, Melek Ebd- Kerim ji bajarê Dêrazorê ye û beşa zanistiyê xwendiye. Melek ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ'ê gelek caran ji axa xwe koçber bûye û rastî kiryarên wan tê. Her wiha li ber çavên Melekê gelek jin û ciwan hatine îdamkirin. Melek gelek bûyerên bi êş jiyaye. Di salvegera rizgarkirina Dêrazorê de hest, êş û bûyerên ku jê re şahidî kiriye parve kir.  
 
'Aloziya Sûriyeyê veguherî şoreşê'
 
Melekê di destpêka gotina xwe de behsa pergala Rejîmê wiha dike: "Min beşa zanistî xwendiye û ez ji Dêrazorê me. Di dema pergala Rejîma Baas'ê de şertê tebeqeyê hebû û cudahî dikirin navbera pêkhateyan. Her wiha di wan deman de cudahî dixistin navbera her du zayendan û hişmendiya baviksalarî ya serdest li ser jinan ferz dikirin. Di heman demê de li Dêrazorê li ser civakê ol dihat ferzkirin. Civakê gelek zilm û zordarî bi destên Rejîmê dît. Paşê aloziya Sûriyeyê li navenda Derayê dest pê kir, heta gihîşt Dêrazorê. Li dijî vê serhildanê, Rejîmê gelek ciwan û xwendekarên ku me bi hev re dixwend qetil kir. Bi vê aloziyê re Artêşa Azad hat avakirin û di vê artêşê de ciwanên Dêrazorê cihên xwe digirtin. Paşê artêşên cur bi cur derketin û mal û milkên gel talan dikirin."
 
'Bi darê zorê malên me talan dikirin' 
 
Melekê di dirêjahiya gotina xwe de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Dêrazorê wiha parve dike: "Min rojekê dît  li mala min çete tijî bûne. Min ji wan pirs kir ku di mala min de çi karê wan heye, wan jî gotin cihê ku ew tê de bin ew der cihê wan e û gotin ger tu bixwazî were tevlî artêşa me bibe tu dê wiha derbasî mala xwe bibe. Lê min qebûl nekir û ez derketim. Ne tenê mala min talan kirin hemû mal û milkên ciranên me talan kirin. Ev êrîş û talan di bin kotrola Rejima Baas'ê de pêk hat. Bi temamî bajarê Dêrazorê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin û zagonên xwe li ser civakê ferz dikirin. Her wiha jin ji bo wan ne tiştek bû û bi darê zorê lixwekirina secde û cilên reş dihat ferzkirin. Derketina jinan a ji derve jî qedexe bû. Dema pêwistiyên me hebin jî em rastî gelek kiryarên bi êş dihatin. Kiryarên wan ên herî bi êş jî îşkence bû. Wê rojekê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Rejimê bikirana, loma biryara qedexeya derketina malê dabû, ez jî ji bo pêwistiyên xwe derketim û fişekek çeteyan li min ket û ez li orta taxê ketim erdê û çeteyan piştî nîv seatê min rakirin nexweşxaneyên xwe. Lê qedexe bû ku bijîjk jinan derman bikin, ji ber heram dîdîtin. Heta malbata min hat ez wiha ji destên wan rizgar bûm û tedawiya min çêbû."
 
'Jin bi keviran qetil dikirin'
 
Melekê wiha behsa kiryarên çeteyên DAIŞ'ê dike: "Meha rojiyê bû, em li ser fitarê bûn û balafirên şer li mala apê min da û apê min jiyana xwe ji dest da. Çeteyên DAIŞ'ê nehêştin ez biçin ser gora apê xwe û me tehdît dikirin, digotin ger hûn biçin em ê we birevînin. Her wiha malbatek bi nav û deng hebû ji wan re digotin malbata Hiwêc, ji wan yek girtin û di orta kolanê de li ber çavên herkesî darve kirin. Rojekê jî jinek anîn kolanê, ji ber ku jin rastî îşkenceyên bi êş hatibû diqêriya, çeteyan zarok bi rêxistin kirin û bi keviran jin qetil kirin. Dema ez van bûyeran parve dikim gelek êş dijîm, ji ber min bawer nedikir ku mirov, mirovan bê wicdan bikujin. Lê rastî her dem bi êş e."
 
'Hêza QSD'ê me ji terora çeteyan rizgar kir'
 
Melekê herî dawî berxwedana QSD'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê wiha anî ziman: "Bi saya têkoşîna QSD'ê tevahî bajarên me ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Di destpêkê de şênî  ji ber nas nedikirin ji QSD'ê jî ditirsiyan, piştî ku hêza QSD'ê herêmên me rizgar kir got wê gel xwe bi xwe bi rê ve bibin, loma hemû kes şaş mabû. Her wiha di demek kêm de QSD'ê di dilê şêniyan de cihekî xwe yê taybet girt û ji bo me rêya çareserî û rizgariyê bû. Paşê sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser li herêma me hat avakirin û Rêveberiya Xweser bi banga wekheviya gelan kar û xebat dimeşand. Li bajarê me jinan pêşengiya avabûna pergala me kir û heta niha jî pergala me li ser bingeha azadiya jinê û wekheviya gelan dom dike. Niha jinên ereb di qadên ereban de gelek pêşketinên mezin û dîrokî bi dest xistin. Hemû jinên ereb ji perwerdeyan re derbas dibin û bi zanisteke têr û tijî kar û xebatê xwe bi rê ve dibin. Ev bû sê sal Dêrazor ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin û ez wek kes jî di nava kar û xebatan de cihê xwe digirim. Ji ber min rastî, aramî, rizgarî û wekhevî di nava Rêveberiya Xweser de dît. Di hemû kar û xebatên me de mafê jinan mîsogeriya her tiştî ye. Jixwe şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinê tê pênasekirin, ev hest jî min gelekî bi hêz dike."