Ji Leyla Guven peyama Newrozê: Sekna gel moralê me baş kir

  • 16:39 22 Adar 2021
  • Rojane
 
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji Girtîgeha Jinê ya Xarpêtê peyama Newrozê şand. Leylayê di peyaman xwe de wiha got:"Em di serî de jinan hemû gelê me yê derketiye qadan silav dikin.  Sekna gel moralê me baş kir. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin."
 
Di 22'yê Kanûna 2020'î de rûniştina doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)Leyla Guven li 9'emîn Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştinê de 22 sal û 6 meh ceza li Leyla Guven hat birîn û ew şandin girtîgehê. Leylaya Girtîgeha Jinê ya Xarpêtê de tê girtin bi rêya keça xwe Sabiha Temîzkan peyama Newrozê şand. 
 
'Silav ji bo kesên serî hildidin'
 
Leyla diyar kir ku îktidarê di 19 salan de biryra du tiştên girîng da lê belê dev ji van biryaran berdan û wiha dewam kir:"Yek ji van biryaran pêvajoya çareseriyê ya din jî Peymana Stenbolê bû. Ev jî nîşan dide ku îktidar ne ji dil bû. Îktidar polîtikayên mîlîtarîst û muhafazkar dide meşandin. Îktidarê bi qedandina pêvajoya çareseriyê kurd bi betalkirina Peymana Stenbolê jî jin da hemberî xwe. Lê belê jin di 8'ê Adarê de kurd di Newrozê de derketin qadan û peyaman xwe bi zelalî dan. Zihniyeta wan hat hilweşandin. Em di serî de jinan hemû gelê me yê derketiye qadan silav dikin.  Sekna gel moralê me baş kir. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Silav ji bo kesên serî hildidin."