Li dijî betalkirina peymanê: Li her derê jin, li her derê berxwedan

  • 16:09 22 Adar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku derketin kolanan gotin "Em ji pey Peymana Stenbolê venagerin" û bertekên xwe anîn ziman. Jinan di çalakiyan de gotin: "Li her derê jin, li her derê berxwedan."
 
Piştî bi îmzeya Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan, di rojnameya Fermî de fesihkirina Peymana Stenbolê hat îlankirin, bertek û nerazibûnên jinan zêde dibin. Jin li gelek qad û kolên Tirkiyeyê hatin cem hev û bertekên xwe anîn ziman. 
 
Ji Îzmîrê daxuyanî hat dayîn 
 
Komîsyona Jinan a 1'emîn Şaxa Tum Bel-Sen'ê ya Îzmirê  û Komîsyona Jinan a Şaxa 3'emîn a Genel Îş'a DÎSK'ê jî bi heman armancê daxuyanî da. Komîsyonên jinan li pêş avahiya Şaredariya Îzmîrê daxuyani da û vekişîna ji peymanê şermezar kir. Jinan di çalakiyêde pankarta “Ji bo mafên me û jiyana me em dest ji Peymana Stenbolê bernadin" vekirin û dowîzên “Jin jiyan azadî", “Cînayetê jinan polîtîk in" û “Bijî piştevaniya jinan" rakirin. Endama Komîsyona Jinan a  Tum Bel-Senê Başak Karaduman daxuyanî da û wiha got: "Hûn nikarin li gorî bayê polîtîk biryara bidin. Mafên me û jiyana me ne amûrê polîtîk e. Kesek nikare derbarê jiyan û mafê milyonan jinan de biryarê bide. Biryarê paşve bikişîne û Peymana Stenbolê têxin meriyetê." 
 
Li Mêrsînê bertekên li hemberî betalkirinê 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li Parka Zarokê Azad daxuyanî dan û vekişina îmzeya ji Peymana Stenbolê şermezar kir. Dîsa daxwaza girtina HDP'ê û xistina wekîltiya Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergellîoglu şermezar kirin. Endam û rêveberên HDP'ê jî tev li daxuyaniyê bûn. Platformê di çalakiyê de pankartên “Em dest ji mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê bernadin." “Peymana Stenbolê dide jiyandin" vekirin û dirûşmeyên “Li dijî Faşizmê mil bidin mil" û “Ne berdanê, cînayetan asteng bike." berz kirin. 
 
Li Stenbolê banga pratîzekirina peymanê hat kirin 
 
Komek endamên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP)  li Qada Taksimê kom bûn û vekişîna îmzeya Peymana Stenbolê şermezar kirin. Jinan di çalakiyê de dowîzên "Biryarê bi şûnde vekişîne û peymanê têxe meriyetê" rakirin. Jinan ban li hemû jinan kirin ku ji bo mafê xwe yê jiyanî rabin ser piyan û seferber bibin. Jinan bê navber dirûşmeyên "Jin dê wekhev bijîn", "Li her derê jin, li her derê berxwedan" û "Qet me bi tenê nameşin" berz kirin. 
 
Piştî polîsan jin dorpêç kirin, jinên ku xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.