2 zarokên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

  • 13:53 22 Adar 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Du zarokên dema ajalên xwe diçêrandin pê li mayinê kirin û jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin. 
 
Li Gundê Yekmala Qilabana Şirnexê dema du zarokan ajalên xwe diçêrandin pê li mayinê kirin û jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên Yusuf Ata yê 14 salî û Caner Sak ê 16 salî ji aliyê malbata wan ve ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat girtin. 
 
Du zarokên dema ajalên xwe diçêrandin pê li mayinê kirin û jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin.