Femînîsta Misirî Nawal El Saadawi jiyana xwe ji dest da

  • 11:26 22 Adar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskara pirtûkên mîna "Jina li ber Xeta Sifirê","Xweda li ber Pêlê Nîlê Winda Kir" bijîşk Nawal El Saadawi jiyana xwe ji dest da. Nawal El Saadawi bi pirtûkên xwe yên bi navên "Jina li ber Xeta Sifirê","Xweda li ber Pêlê Nîlê Winda Kir" piştgirî da têkoşîna jinê. 
 
Nivîskar Nawal El Saadawi di 89 saliya xwe de li Qehîreya Misirê jiyana xwe ji dest da. Nawala ku hat gotin ev demek e dirêj e tedawiyê dibîne nehat hînbûn ku ji ber çi jiyana xwe ji dest daye. 
 
Nawal El Saadawi ya yek ji jinên sembola têkoşîna jinê bû di heman demê de serok û avakara Komeleya Piştgiriya Jinan bû.