22'yê Adara 2017'an: Rojnamegera şoreşger Nûjiyan Erhan hat qetilkirin

  • 11:24 22 Adar 2021
  • Rojane
 
Li Şengalê Koma "Pêşmergeyên Roj" ê girêdayî Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) di 3'yê Adara 2017'an de li Xanesorê di dema şopandina nûçeyan de Rojnamegera şoreşger Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) hedef girtin û Nûjiyan bi giranî birîdar bû. Li Nexweşxaneya Hesekê di 22'yê Adara 2017'an de Nûjiyanê jiyana xwe ji dest da. 
 
Nûjiyan Erhan a li Navçeya Curnêrê ya Rihayê ji dayik bû ji 2005'an heta niha wekî kedakara Çapemeniya azad serîhilan û têkoşîna gelê kurd ji raya giştî re ragihand. Li gelek qadên Kurdistanê xebat da meşandin. Herî dawî bû dengê jinên Şengaliyên bi êrişa çeteyên DAÎŞ'ê rû bi rû man. Li Şengalê nûnertiya kevneşopiya çapemeniyê kir. Nûjiyanê bi taybet dengê jinên li Serdeşt û derdorên wê yên Şengalê yên di konan de dima da bihîstin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne:
 
1959: Aktirîsa Sovyet Olga Leonardovna Knipper-Chekhova jiyana xwe ji dest da. 
 
2008: Platforma Jinê ya ji bo Mafên Civakî ji bo Pêşnûmaya Zagonî ya Sigortaya Tenduristiyê ya Giştî û Sigortayên Civakî  (SSGSS) paşve bê kişandin li derketina metroya taksîmê çalakiya rûniştinê ya her şemiyê dest pê kir.