Li Mexmûrê koma 48'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

  • 10:42 22 Adar 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar hatiye destpêkirin, bi merasîmekê koma 48’emîn dewr girt. Çalakiya greva birçîbûnê îro di roja 95’emîn de didome. 
  
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi dewirgirtina koma 24'emîn di roja 116'emîn de didome. Ji bo piştigiriya çalakiyên grevên birçîbûnê bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hatibû kirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro bi merasîmekê ji aliyê koma 48’emîn ve hat dewrgirtin. Çalakiya li Wargeha Mexmûrê di roja 95'emîn de berdewam dike. Beriya ku merasîma dewrgirtinê were destpêkirin ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. 
 
Li ser navê koma 47’emîn Sedîq Demîr hestên xwe  wiha anîn ziman:"Di destpêkê de em xêrhatina we hemûyan dikin û Newroza îsal li Rêberti, gerilayan, hemû gelê welatparêz pîroz dikin. Newroza me ya îsal bû bersivek ji bo dagirkerên hukumeta Bahçelî û Erdogan. Bila bibînin qadên Newrozê li Amed, Wan, Nisêbîn û hemû aliyên Kurdistanê çawa tijî bûn û ev bû bersivek ji bo Erdogan. Ev milet tucaran wê têk neçe hertim wê li berxwe bide heta serkeftinê. Em niha li vir ji bo Rêberê xwe ketine gireva birçîbunê. Di cîhanê de rêbertiyek weke Rêberê me nîne û nabe jî. Ji ber wê yekê em ji bo serokê xwe çi bikin em nikarin deynê Serokatî bidin. Ji ber ku Serokatî ji bo me her tişt kir em ji tunebunê anîn vê astê."
 
Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.