Li dijî êrişan agirê Newrozê bû mertal

  • 10:41 22 Adar 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak 
 
AMED - Newroza dîrokî ya Amedê ku bi sedhezaran kes tevlî bûn ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû yek deng. Ew çaxê Newroz ji bo Gelê Kurd li qadê bû seknekê polîtîk û li dijî êrîşan bû mertalekê hesin.  Êdî hundirê gel tijî bû, dihat zanîn ku tirs û bêdengî ne çareserî ye.
 
Bêgûman Newroz ji bo kurdan ne tenê cejn e. Newroz mizgînîya biharê ye, berxwedan e, vejîn e, biryardarî ye , geşkirina têkoşînê û li dijî zilma Deheqan serî rakirin e. Mazlûmê ku li girtîgehê carek din rih da berxwedana Kawayê. Li pey wî Zekiye, Rahşan, Berîvan, Ronahî û Sema bûn şopdarê wê rihê berxwedêr bûn sembola Newrozê. Agirê ku Kawa pêxist natemire. Mezin dibe. Gelê Kurd meşaleya ku ji destê Kawa girtiye, 2633 sal in ji destê xwe dananiye. Her sal di 21’ê Adarê de bi tevlîbûnên girseyî kurdan agirê Kawa pêxistiye û gûr dikin û geş dikin. Ji ber ku azadî herî zêde li Gelê Kurd tê. Wekhevî û aştî herî zêde xwe li ser zimanê Gelê Kurd bicih kiriye. Jiyanek bi rûmet herî zêde mafê Gelê Kurd e.
 
 Îsal jî Newroz bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê azad bin, li ber xwe bidin" li gelek bajarên herêmê û yê Tirkiyê hat pîrozkirin. Yek ji navnîşanên van pîrozbahiyên bi heybet jî Newroza Amedê ya dîrokî bû. Newroza Amedê wekî her sal li Parka Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê hat pîrozkirin. Nêzî du hefte ji bo Newroza Amedê ya girseyî amadekarî hatibû kirin. Xebatên ku bê navber hatin kirin tax bi tax gund bi gund agirê Newrozê hatin pêxistin û gel Newrozê bi coşeke mezin pêşwazî kir. Helbet divê fînala vê amadekiriyan jî bêhempa bibûya. Roja 21'ê Adarê, Amedî, di şefeqê de dest bi rojê kirin.
 
Bi qodên HES’ê daketin qadê
 
Em jî wek kedkarên Jinnewsê di şefeqê de ketin rê. Wekî her kesê çoş û kelecana me jî mezin bû. Beriya ku em werin qadê demek dirêj meşiyan û piştî vê yekê dîsa demek dirêj li benda nokteyên lêgerînê man û ku dakevin qadê. Derdora parqê bi barîkatên polîsan ve hatibû girtin û li nav parqê û li ser hemû rêyên ku dertên parqê bi hezaran polis û makîneyên zirxî hatibû bicihkirin. Hêdî hêdi reng û dengê gel xwe da xuya dikir. Bi deh hezar kesên ku di şefeqê de ketibûn rê bi cil û bergên xwe yên gelerî herîkin qadê. Gel di nokteyên lêgerînê de bi qodên xwe yên HES'ê ketin qadan. Her wiha rojnamegerên ku wê Newrozê şopandin bi saetan hatin sekinandin û piştî çar nokteyên lêgerînê de destûr hat dayîn ku dakevin qadê. 
 
Zexta Polîsan..
 
Helbet zexta polîsan a li qada Newrozê jî xwe nîşan da. Di nokteyên lêgerînê de ku gel bi saetan hatin sekinandin bi dehan kes ji ber alên kes, sor, zer û tîşortên Kurdîstanê ser bûn li xwe kirin hatin binçavkirin. Newroza ku bi dirûşma “ Bijî Serok Apo” dest pê kir bi hêjmara zêdebûna ciwanan bal kişand. Bi sedan ciwan bûn yek deng û “Bijî Serok Apo” gotin. Tu hêz nedikarî dengê ciwanan qût bike. Ligel vê di rêzgirtinê de ku sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendina polîsan dîsa dengê muzîkê bilind kirin ku neye bihîstin. Li dijî vê helwestê girseyî bertekên xwe bi dirûşme nîşan dan û “Şehîd namirin” berz kirin.
 
 Newroz ji bo Gelê Kurd li qadê bû seknekê polîtîk
 
Li qada Newrozê, hersa gel zêde bû, hemû kes hay ji agahiyan bûn hem yên ciwan hem jî yên temen mezin. Ji tecrîdê agahdar bûn, ji grevên birçîbûnê agahdar bûn, ji êrîşa li ser HDP’ê agahdar bûn, ji êrîşa li ser jinê agahdar bûn û ji her cûreyên êrîşên ku dihar kirin agahdar bûn. Ew çaxê Newroz ji bo Gelê Kurd li qadê bû seknekê polîtîk û li dijî van êrîşan bû mertalekê hesin.  Êdî hundirê gel tijî bû, dihat zanîn ku tirs û bêdengî ne çareserî ye. Gelê Kurd di qada Newrozê de hêrsa xwe û biryarbûna xwe ya ji bo hemû wan êrîşan bi seknekê berxwedêr nîşan da. Wekî tu hêz nikare li ber bisekine. Ango girseyî zêdetir ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan deng derxist û meşaleyê ku ji Kawayê girtibûn ji bo azadiya Abdullah Ocalan geş kirin, ji bo azadiya Gelê Kurd û ji bo yekitîya Gelê Kurd geş kirin..
 
HDP gel e..
 
Helbet di qada Newrozê de herî zêde alên PKK û alên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bal kişandin. Alên ku di destê gel de li dora agirê Newrozê de dihat rakirin hêz û çoşek mezin li ser gel nîşan da. Her wiha alên HDP’ê jî ji destê gel de kêm nebû û bi vî awayî girse bi dirûşmeyên “ HDP gel e, gel li vir e” , “ Dest nede vîna min” xwedî li partiya xwe derketin. Di vê mijarê de li ser gel bibiryariyek mezin hebû. Ji ber ku dizaniyan ku HDP’ê wê tu carî neyê girtin û ew ê tenê nav biguherîne. Li qadê jî ew xwe da xuya kirin. Wekî Hevserokê Giştî ya HDP’ê Mîthat Sancar di qadê de got “ Hûn dixwazin HDP’ê bigirin lê hûn ê vê gelê çi bikin. Hûn ê çawa dengê vê gelê qût bikin. HDP li vir e û dê bi zêdetirî were.” Gel jî wekî vê gotinê sekna xwe ya polîtîk li qadê bi hemû hêza xwe nîşan dan.  
 
Kampanyaya îmzeyê ya zimanê kurdî
 
Di heman demê de li qadê stantên kampanyaya îmzayê ku bi pêşengtiya Tora Çand û Zimanê Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî dabû destpê kirin cih digirt. Zext û polîtîkayên bişaftinê ku li ser zimanê her roj xwe zêdetir dike, ji bo xwedî  derketina zimanê ev kampanya rolekê girîng digire. Helbet ji xeynî vê helwesta gelê ya ji bo zimanê jî pir girîng bû. Ji ber ku li qadê zêdetir bi zimanê kurdî hihata axaftin, li ser dikê bi zimanê kurdî dihata axaftin ew jî nîşan dide ku girîngiya zimanê êdî hatiye fêm kirin û êdî dora pratîze kirinê ye.
 
Zarokên ku bi cil û bergên gelerî... 
 
Di heman demê de Newroza ku xwe bi cil û bergên gelerî xemilandibû, bi coş û rengên zarokan jî bal kişand li ser xwe. Gelek zarokên biçûk bi cil û bergên xwe yên gelerî li qadê bûn û bi kenên xwe ketin objektîfa rojnamegeran.
 
Qada Newrozê ji bo Azadiya Abdullah Ocalan bû yek deng
 
Bi destpêka meha adarê ku mizgîniya biharê tîne, ji 8’ê Adarê ve coş û rihê berxwedanê di 21’ê Adarê de digihîne asta herî jor. Îsal jî Newroza Amedê ya dîrokî wekî her sal rîhê xwe ya berxwedêr û têkoşîna xwe ya li dijî Dehaqan agirê xwe gûr kir. Newroza îsal bi peyamên Azadiya ji bo Abdullah Ocalan,  ji bo azadiya girtiyên siyasî û êrîşa li ser HDP’ê serî hilda. Wekî her salê îsal jî Amed sekna xwe nîşan da, biryarbûna xwe û têkoşîna xwe ya li dijî zilmkaran di her kêliyan de nîşan da.