'Mêrtiya pergala patriarkal ava kiriye dikare bê hilweşandin'

  • 09:05 22 Adar 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Bi armanca şîdeta li ser jinê bê lêkolînkirin komîsyona lêkolînê li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat qebûlkirin. Parêzer Pinar Arpaci da zanîn komîsyon bi yek xebateke ku bike dikare pirsgirêka şîdetê çareser bike û got: “Divê mêrtiya ku pergala Patrîarkal afirandiye, bê hilweşandin û di asta wekheviyê de ji nû ve bê avakirin.”
 
Di rojên borî de ji Lijneya Giştî ya TBMM’ê bi armanca şîdeta li ser jinê bê lêkolînkirin û tedbîr bên girtin avakirina komîsyona lêkolînê ya meclîsê hat qebûlkirin. Partiyên muxalefetê demek dirêj bû der barê mijarê de pêşnûme dianîn meclîsê û daxwaza hevdîtinên lezgîn dikir lê hemû bê bersiv dihatin hiştin. Dîsa Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) der barê kuştinên jinan de banga bikevin tevgerê li meclîsê kir lê ew jî bê bersiv ma. Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin tenê di 2020’an de 300 jin hatine qetilkirin û 171 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Ji parêzerên Hiqûqa Civakî Pinar Arpaci polîtîkayên hikûmetê û pêngavên meclîsê yên di vî alî de nirxand.
 
‘AKP neçar ma komîsyonê ava bike’
 
Pinarê bi lêv kir ku desthilatdariya ku ji bo pêşî li şîdeta li ser jinê bigire tiştek nekir bû sedema zêdebûna mirinan û got: “Ji ber vê desthilatdarî bû hedefa rexneyan. Di pandemiyê de yên herî zêde li kolanan bûn dîsa tevgera jinan bû.Di salên dawî de ji bo maf yên herî zêde têkoşîn dan tevgera jinan bûn. Di demên borî de komîsyonek li meclîsê hat avakirin. AKP neçar ma vê komîsyonê ava bike.”
 
‘Banga pêşnûmeqanûna EŞÎK’ê hat redkirin’
 
Pinarê bi lêv kir ku Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) bi armanca pêşî li qirkirina jinê bê girtin banga pêşnûmeqanûnê kir lê ev bi dengên AKP-MHP’ê hat redkirin. Pinarê wiha berdewam kir: “Desthilatdarî ji bo berpirsyariyê negire xwe da alî. Tevî vê di mehek û du mehan de neçar ma komîsyonê ava bike. Ev girîng e. Ji ber hem muxalefet û hem jî tevgera jinan ew neçar kirin.”
 
Pinarê destnîşan kir ku di bingeha şîdeta li ser jinan de newekhevî û civaka serdest ya mêr heye û ev titş daxuyand: “Ji bo pêşîgirtina şîdetê divê potîtîkayeke bi bandor bê şopandin. Tevî vê desthilatdariya siyasî bi gotinên weke ‘jin mêr ne wekhev in’, ‘fitrat’ û ‘ ne wekheviya zayendî edeleta zayenda civakî’ şîdeta mêr gûrtir dike. Divê em li ser ‘mêrtiyê’ biaxivin. Em her tim dibêjin ‘cînayetên jinan’ lê hemû gumanbarên cînayetên jinan mêr in. Mêr li ser jin û zarokan xetereyek mezin in. Ji ber vê jî divê mêrtî bê hilweşandin û li ser wekheviyê ji nû ve avakirin hebe.”
 
‘Divê em li 15-20 salên dawî binêrin’
 
Pinarê daxuyakirin ku ji bo pêvajoya îmzekirina Peymana Stenbolê bê fêmkirin divê em li 15-20 salên dawî binêrin û di encama têkoşîna jinan a bi salan şûnde hikûmeta AKP’ê di salên ewil de qanûnan de sererastkirinên li dij jinê pêk anîne. Pinarê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Peymana Stenbolê ya 7 sal bû di meriyetê de bû hat nîqaşkirin. Qanûna hejmar 6284 li gorî Peymana Stenbolê hat amadekirin. Di qanûna 6284’an de bi aşkera tê îfadekirin ku Peymana Stenbolê esas tê girtin. Ji ber ve jî Peymana Stenbolê di cîhana hiqûqê de heye. Komîsyona bi armanca lêkolînkirina şîdetê hatiye avakirin jî bi yek karekî dikare ji bo pirsgirêka bibe çarserî. Divê Peymana Stenbolê jî bi bandor pêk bê.”