Siyasetmedar Serpîl Ateş: Divê siyaseta cîhanê berê xwe bide HDP’ê

  • 09:03 22 Adar 2021
  • Rojane
 
Gulîstan Azak
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Partiya Çep a Kesk Serpîl Ateş, bang li Ewropaya ku li dijî doza girtina HDP’ê tenê got ‘em bi fikar in’ kir û got pêngava şênber bavêje.
 
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê ve bi daxwaza girtina HDP’ê îdianame hat amadekirin û şand Dadgeha Destûra Bingehîn. Bi vê re doz hat vekirin û der barê 658 kesî de ku hevserokên giştî yên berê jî tê de qedexeya siyasî hat xwestin. Li dijî vê bertek didomin. Bi hezaran welatî di parvekirinêna çepemeniya civakî de ev rewş wek darbeya leşkerî nirxand.
 
Siyasetmedara Kurd Serpîl Ateş ku li Hollandayê ji Partiya  Çep a Kesk  bû namzeta parlamenteriyê der barê zextên li hember HDP’ê de nirxandin kir.
 
‘Ev darbe ye’
 
Serpîlê destnîşan kir ku HDP ya ligel mafê mirovan, demokrasî û piraniyê ye bi siyaseta desthilatdariyê ya ‘parçe bike û bi rê ve bibe’ re hatiye rû hev û wiha got: “Desthilatdarî dixwaze bi siyaseta yekparêz, nîjadperest û faşîzan civakê bi rê ve bibe. Ji bo afirandina vê jî HDP’ê naxwaze. Sedema girtina HDP’ê jî ev e. Ev rewş nîşaneya ku demokrasî bi giştî qedyaye nîşan dide. Ji ber îradeya mîlyonan tune tê hesibandin. Bi salan ev polîtîka meşandin. Niha ji bo 687 siyasetmedarê qedexeya siyasetê dixwazin. Ev darbeyeke.”
 
‘Em daxuyaniyên ‘em bifikar in’ samîmî nabînin’
 
Serpîlê daxuyakirin ku îmaja Tirkiyeyê di 10 salan de guheriye û ev jî bi destê serokomar Tayyîp Erdogan pêk hatiye. Serpîlê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê binpêkirina mafan zêde bûye. Rêxistina Efûyê û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bi raporên xwe van nîşan dide. Hemû hevsengî guherî. Şoreşa Rojava jî di vê guherînê de bandoreke. Dîsa li DYA’yê dema nû ya Joe Bîden. Lê hîna jî Ewropa bi cesaret pêngavê navêje.Tevî peymanên mafê mirovan yên Ewropa ne jî dema mijar dibe têkiliyên aborî çavên xwe li geşedanên Tirkiyeyê digire. Dikaribû Tirkiye bi awayekî cidî hişyar bikira. Mînak dikaribû têkiliyên aborî bihata sekinandin. Lê penaber kirin mijara bazarê û di serî de çek bi mîlyaran pere dan Tirkiyeyê. Ji ber vê jî daxuyaniyên ‘em bi fikar in’ ne samimî ne.”
 
‘Ez ê hîn bêtir bibim deng’
 
Serpîlê her wiha bi lêv kir ku ev daxuyanî rastiyê nîşan nade û ev tişt daxuyand: “Rastî bi pêngavên şênber pêkan e. Mînak ji ber polîtîkayên li hember Çînê bertekên mezin çêbûn. Ev bertek çim ali hember Tirkiyeyê pêk nayê. Li Tirkiyeyê zarok hatin bombebarankirin, ceset li kolanan man. Mirov bi zindî hatin şewitandin. Gelek çîrokên din. Divê siyaseta cîhanê berê xwe bide HDP’ê.”
 
Serpîlê di dawiya axafatina xwe de diyar kir ku wek kurdekê wê li dijî binpêkirina mafan bibe dengekî hîn bêtir xurt û wiha dawî lê anî: “Binpêkirinên mafan her tim di rojeva min de bû. Min der barê dagirkirina Rojava ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hat kirin de û nêzîkatiya Ewropayê ya li hember vê, gelek nivîsî.”