Newroza bi heybet a Wanê bi dawî bû

  • 17:31 21 Adar 2021
  • Rojane
WAN - Newroza bi heybet a Wanê bi dayîna gelek peyaman, bi coş û heyecan bi dawî bû. Welatiyên Wanê bi dirûşmên xwe bersiv dan îqtîdarê û banga bilindkirina têkoşînê kirin. 
 
Welatiyên Wanê bi armanca tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin serê sibehê ve kom bi kom meşiyan qada Newrozê ya li tenişta Keleha Wanê. Newroza îsal li 
Wanê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" hat pîrozkirin. Gelê Wanê bi cil û bergên xwe yên herêmî tevlî pîrozbahiyê bûn û qad xemilandin. Girseya ku li qadê kom bûn li dijî binçavkirina Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu dirûşmeyan berz dikin. Girse bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedanan zindanan", “Zext me bêzar nakin" û “Bijî Gergerlioglu” berz dikin. 
 
Ji destpêkê hate dawiyê dirûşma "Bijî Serok Apo" jî li qadê belavbû. Gel bi dirûşmên xwe xwedî li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derdiketin û tecrîdê şermezar kirin. Coş û heyecana Newrozê ji destpêke heta dawiyê bênavber dom kir. Newroza ku bi heybet li Wanê hat pîrozkirin bi geradina govend, tilîlî û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.