Li Mûş û Bedlîsê coşa Newrozê

  • 17:26 21 Adar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di pîrozbahiyên Newroza bi hezaran kes beşdar bûn ên li Mûş û Bedlîsê berteka li dijî girtina HDP'ê derket pêş. 
 
Li Qada Kentê ya Tetwana Bedlîsê pîrozbahiyên Newrozê ji serê sibehê dest pê kirin. Pîrozbahiyên bi girseyî bi dawî bûn. Jin bi kincên xwe yên gelêrî beşdar bûn û dirûşm û tilîliyên xwe berz kirin. Dirûşma "HDP gel e gel li vir e" hat berzkirin. Parlamenterên HDP'ê Mahmut Celadet Gaydali û Habip Eksik û gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li dora agirê Newrozê govend hat gerandin. 
 
Endama PM HDP'ê Halide Turkoglu bertek nîşanî feshkirina Peymana Stenbolê da û got "Ew ê jin têk neçin û zext me teslîm negirin."
 
Parlamenterê HDP'ê ya Îdirê Habip Eksik wiha got:"HDP gel e. Kesên dixwazin kilîtê li deriyê HDP'ê bixin bila li coşa vê qadê binêrin. Em kesek jî bimînin em ê çongê netewînin."
 
Parlamenterê HDP'ê yê Bedlîsê Mahmut Celadet Gaydali got sîstem li dû rantê ye û derewan dike. 
 
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
Li Mûşê Newroz hat pîroz kirin
 
Li Mûşê pîrozbahiya Newrozê li Qada Îstasyonê pêk hat. Gel bi koda HES'ê ketin qadê. Li qada pîrozbahiyê alên “Newroz pîroz be”  hatin daliqandin. Welatiyên ku bi li qadê kom bûn ligel stranên Koma Deşta Geverê govend gerandin. Her wiha li qadê dirûşmên wekî “HDP gel e, gel li vir e", “Jin, jiyan, azadî” û "Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
Di pîrozbahiyê de hevseroka HDP'ê ya Mûşê Sîbel Genç, axivî û bal kişan ser betalkirina Peymana Stenbolê. Pişre parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û bal kişand ser pêvojoyê û peyama xwedî li derketina çalakiya grevên birçîbûnê da. 
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û Ayfer Duzdaş derket ser dike. Piştî govend gerandinê pîrozbahî hat bidawîkirin.