Li Cizîrê Newroz: Gel bersiv da îqtîdarê

  • 17:01 21 Adar 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê ya Cizîrê bûn. Di pîrozbahiyê de Parlamenter û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê  Ayşe Acar Başaran axivî û got ku gelê Cizîrê îro ji êrîşên îktîdarê re bû bersiv.  
 
Bi deh hezaran şêniyên Cizîra Botanê bi cil û bergên xwe yên neteweyî, ji serê sibê de herikîn qada Newozê ya Tesîsên Banê Xanê ya taxa Konakê. Di pÎrozbahiya Newrozê de Berdevka Meclîsa Jinan û Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî. Beriya axaftinê agirê Newrozê hat pêxistin.   
 
Ayşe, di axaftina xwe de anî ziman ku li Cizîrê ev demek dirêje amadekariyên Newrozê tên kirin û wiha got: “Dixwazin Newrozê li Cizîrê qedexe bikin. Lê bele kes nikare pîrozbahiyên me asteng bike. Cizîr warê Newrozê ye. Îro bi deh hezaran kes tevlî Newrozê bûye. Pêşî û paşiya qadê tijî ye. Îro Newroza Cizîrê ji êrîşên îktîdarê re bû bersivek mezin.”
 
Ayşe, bal kişand ser êrîşên li dijî HDP’ê tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrîşên li dijî partiya me tu carî bi dawî nebûne. Cizîra Botan êş û elemen herê giran dîtin. Li Cizîrê malên me hilweşandin û bi dehan hevalên me di jêrzemînan de hatin qetilkirin. Dema ku êrîş dikirin digotin ‘em ê Cizîrê têk bibin. Ji 2015’an vir de siyaseta şer, tunekirin û hovîtî li hemberê me tê meşandin. Tevî hevşaredarên me û parlamenterên me gelek siyasetmedar di girtîgehê de ne. Her roj li hemberê me astengiyan derdixin. Bi êrîşên ku pêk tînin naxwazin siyaseteke demokratik pêk were. Dijmin dibêje Gelê Kurd û mafê wî tune ye. Şaredariyên me dagir kirinn û dixwazin vîna me tune bikin. Tevî van hemû êrîşan îro dibêjin ‘em ê HDP’ê bigirin. 600 siyasetmedar jî wê nikaribin siyasetê bikin." Gelê me dê bersivê bide van gotinan. Bi hezaran ji gele me îro amade ne ji bo xwedî li HDP’ê derbikevin, siyasetê û rêvebiriyê bikin. Tu kes nikare HDP’ê bigire. Îro bersiva herî mezin em ji Cizîrê dişinin Enqerê. HDP gel e. HDP jin e. HDP sembola dayikên laçik spî ye û ji bo azadiyê li berxwe dide. HDP ciwan û zarok e. HDP pêşeroja zarokan e. Hikûmet nikare partiya me di nav civakê de tune bike. Ji Parlamenterê me Omer Faruk Gergerlîoglu  re ceza birîn. Piştî ceza gotin em wekîltiya wî dixin. Ev îktîdar bi darbe û êrîşan li ser niga ye. Îktîdar ji ber ku bêhêz maye îro êrîş dike.”
 
'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
 
Ayşe, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha pêl da axaftina xwe: “Dema çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di girtîgehan de hat destpêkirin şûnde di 5’ê Nîsana 2019’an hevdîtin pêk hat. Herê dawî jî bi rêya telefonê bi birêz Ocalan re hevdîtin hatibû kirin. Îro di derbarê tendûristiya birêz Ocalan de li se medyaya civakî parvekirin hatin kirin. Ev 23 sa lin li ser birêz Ocalan tecrîdek giran tê meşandin. Bi awayek bêhiqûqî nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Em wek Gele Kurd bang îktîdara AKP’ê dikin ku demildest tecrîd bê rakirin. Tecrît tundiya  li jinê ye. Tecrît têkçûyîna aboriyê ye. Ji ber vê yekê divê demildest hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin. Jin jiyane jiyanê diparêze. Jin jiyanê diafirîne. Îktîdar dijiminê xweza, aştiyê û jinê ye. Her roj jin ji aliye meran û îktîdarê ve tên qetilkirin. Jinên ku li ber xwe didin jî rehin digirin û dikin girtîgehan. Hevalên me îro di girtîgehê de jî li berxwe didin. Wekî ku hevala me Leyla Gûven got ‘an li derve an hindir dê têkoşîna me berdewam bike.’ 115 rojin di girtîgehan de çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike. Daxwaza wan rakirina tecrîdê ye. Daxwaza wan daxwaziya me û Gelê Kurd e.”
 
'Jin tên qetilkirin û darizandin'
 
Ayşe, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Peymana Stenbolê jî û got: “Her roj sê jin tên kûştin. Jinên ku rastî tundiyê tên serlêdanê  dikin lê wan dişinin malen wan û di malên xwe de tên kûştin. Dema ku dora me dorpêç dikin hêza wan heye. Dema jin dibêjin azadî aştî bi dehan polîs dora wan dorpêç dikin. Jin tê qetilkirin piştre jî jin tên sûcdarkirin. Jin tên qetilkirin û jin tên darizandin. Îro jî Peymana Stenbolê di rojevê de ye. Di sala 2011’an de Tirkiye ev peyman îmze kir. Îqtîdara AKP’ê bi siyaseta xwe ya darbeyê bi şev peyman fesih kir. Ev jî tê wê wateyê ku mêrên jinan qetil dikin dê bên parastin. Ên ku destdirêjiyê dikin dê wan biparêzin. Peymana Stenbolê destkeftiya me ye. Me bi ked û bedelên mezin peymana Stendolê bi dest xist. Em gav ji paşve navêjin.”
 
'Newroz pîroz be'
 
Ayşe, di dawiya axaftina xwe de Newroza hemû gelan û girtiyên di girtîgehan de pîroz kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Newroza Sabahat Tuncel, Aysel Tugluk, Ayşe Gokkan û gelek jinên girtî pîroz dikim. Em ê di sala 2022’an de bi hevalên xwe yên girtî re Newrozê pîroz bikin. Em ê di sala 2022’an de azadî aştiyê pêk bînin. Newroz pîroz be.”
 
Piştî axaftina Ayşe, girseyê dirûşmeyên “Şehît Namirin”, “PKK Gel e, gel li vir e”, “HDP Gel e, gel li vir e”, “Jin Jiyan Azadî” û ”Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
 
Mîtîng, bi stranên hûnermendan berdewam kir. Piştî stranan mîtîng bi tilîlî û çepikan û bi meşê bi dawî bû.