Li Egeyê agirê Newrozê geş bû

  • 16:20 21 Adar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Aydin, Manîsa û Denîzliyê gel li dora agirê Newrozê kom bûn û bi berzkirina dirûşmeya “HDP gel e, gel li vir e” Newroz pîroz kirin. 
 
Îsal, li bajarên Egeyê Newroz bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” bi coşek mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyên li bajarên Aydin, Denîzlî û Manîsayê de, li dijî vekirina doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), betalkirina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglû û binçavkirin wî, bertekên mezin hebûn. 
 
Bi hezaran kesên li dora agirê Newrozê ya Li Manîsa, Aydin, Denîzliyê bilind bû civiyan, bi berzkirina dirûşmeya “HDP gel e, gel li vir e” xwedî li HDP’ê derketin. Li qadan hem peyamanên xwedî derketina HDP’ê hatin dayîn û hem jî li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bertek hebûn. 
 
Li her sê bajarên ku Newroz bi coş hat pirozkirin, bi hezaran kes piştî axaftinan govend gerandin, dirûşme berz kirin û cejna xwe pîroz kirin.