Newroza Amedê bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû

  • 16:15 21 Adar 2021
  • Rojane
 
AMED - Newroza Amedê ya bi girseyî bi dirûşmên " Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwadana zindanan", "PKK gel e, gel li vir e" bi dawî bû.
 
Cejna Newrozê ku li gelek bajarên Kurdistanê bi girseyî hate pîrozkirin bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Yek ji wan pîrozbahiyên heybet li Newroza Amedê ya bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê bi tevlîbûna bi sedhezaran tê pîrozkirin bû. Newroza girseyî re Hevserokên Giştî yên HDP'ê Mithat Sancar, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir, parlamenterên HDP'ê, nûnerên Komxebata Tifaqa Kurdistanî, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û nûnerên gelek partiyên siyasî beşdarî bûn. Di heman demê de dê 200 rojnamegerî pîrozbahiya Newrozê şopandin. 
 
'Kemal Kurkut li cihê hatibû qetîlkirin hat bîranîn'
 
Kemal Kurkut ê di sala 2017’an de, li Newroza Amedê li nokteya lêgerîna polîsan a Kolana Evrîm Alataş a Amedê ya nêzî Qada Newrozê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, di salvegera qetilkirina xwe ya 4’emîn de, li cihê ku lê hatibû kuştin hat bibîranîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier, Dersim Dag, Garo Paylan, Semra Guzel û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. 
 
'33 kes hatin binçavkirin'
 
Her wiha gelên li bendên kontrolê yên li aliyên Zumrut Kent, Yenîhal û Peyasê hatine danîn, ji serê sibehê de 2 jê zerokên temenê wan 11 salî 33 kes ji ber alên kesk, sor, zer û tîşortên ala Kurdistanê li ser bûn li xwe kirin hatin binçavkirin. 
 
Xwedî li HDP'ê hat derketin
 
Ciwanan bi dirûşm û hêza xwe jinan jî bi rengê xwe qad xemilandin. Bi dirûşm û alên HDP'ê xwedî li HDP'ê hate derketin. Her wiha berxwedana zindanan hat silavkirin û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Gel alên PKK'ê û ala Abdullah Ocalan rakirin. Polîsan zexta xwe nîşanê vê yekê kirin lê belê gel bi helwest û dirûşmeyên xwe bertek nîşanê dan. 
 
Di berdewamiya pîrozbahiyê de Hevserokê HDP'ê ya Giştî Mîthat Sancar axivî û destnîşan kir ku îro gelê kurd li qada Newrozê helwest û bersiva xwe nîşan dan û wiha axivî: " Newroz navê têkoşîna li dijî zilm û cudabûnê ye." Her ku diçe zext û zilma li ser partiya me zêdetir dibe. Lê em jî berxwedanê dizanin, têkoşînê dizanin. Em hêviya xwe ya ji bo serkeftinê zindî dihêlin û bi seknek berxwedêr dê li ser piyan bin."
 
Pîrozbahiyên Newrozê ya Amedê bi dirûşmên "Bijî serok Apo" , "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwadana zindanan"  , "PKK gel e gel li vir e" , "Em ê bi teqez ser bikevin" bi dawî bûn.