Piştî Newroza Bazidê gel li dijî tecrîdê meşiya

  • 15:46 21 Adar 2021
  • Rojane
 
AGIRÎ - Di Newroza Bazidê de bi hezaran kesî dengê xwe bilind kirin û gotin  "Be serok Jîyan nabe".
 
Li Bazida Agiriyê bi sedan kes ji serê sibehê de derbasî qada pîrozbahiyê ya li paşiya avahiya şaredariyê bûn. Platform bi alên HDP'ê hat xemilandin. Pankartên “Newroz pîroz be”, "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin bi ser bikevin" hatin daliqandin. 
 
'Feshkirina Peymana Stenbolê darbe ye'
 
Hevseroka HDP'ê ya Bazidê Gonul Ozturk da zanîn ku ew hêvî dikin Newroz ji bo hemû gelan aştiyê bîne û wiha got:"Feshkirina Peymana Stenbolê darbe ye. Em ê li dijî vê bisekinin. Newroz serîhildanan li dijî Dehaqê zalim e. Em ê li dijî zilmê li dijî qirkirina jinê li kuçeyan bin. "
'Em serbilind bisekinin'
 
Hevserokê HDP'ê yê Bazidê Abdullah Ekelik Newroza girtiyên di gireva birçîbûnê de pîroz kir û got em serbilind bisekinin."
 
'Ew ê gel bi serîhildanê êrişan têk bibe'
 
Piştre Parlamentere Agiriyê Abdullah Koç da zîn Newroz cejna gelên bindestan e û got ew ê gel bi serîhildanê êrişan têk bibe.
 
Piştî axaftinan gel bi stranan govend gerandin.
 
Piştî pîrozbahiya Newrozê girseyê li Kolana Cumhuriyetê li dijî tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiya. Di meşê de dirûşmên "Bê serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.