Ji Dêrsimê peyama Newrozê: Bi têkoşînê em ê bi ser kevin

  • 15:37 21 Adar 2021
  • Rojane
 
DÊRSIM - Li Dêrsimê gel li dijî qedexeya Walîtiyê li Qada Seyît Riza kombûn Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de peyama têkoşînê hat dayîn. 
 
Gelê Dêrsimê, qedexeya walîtiyê ya ji bo Newrozê nas nekir û Newroz pîroz kirin. Li gel qedexeyê Dêrsimî bi cil û bergên xwe yên netweyî çûn Qada Seyît Riza û Newroza xwe pîroz kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Bajar Alîcan Onlu, Endamên MYK’a HDP’ê Velî Saçilik, Sûltan Ozcan, Alîkara Serokê Giştî yê EMEP’ê Selma Gurkan, Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglû tevlî pîrozbahiyê bûn. 
 
Di pîrozbahiyê de agirê Newrozê hat pêxistin û gel li ber agir govend gerand. Gel bi dirûşmên xwe xwedî li grevên birçîbûnê derketin. Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP'ê Beycan Taşkiran, axivî û û got: "Pergala heyî êdî têk çûye. Êdî tişta ku rejîm bide Gelê Kurd û Tirk, jin û ciwanan nemaye. Ji bilî şîdet, kuştin, zextê tiştek êdî nade. Îro em li vir dibînin çawa dora pîrozbahiya Newrozê hatiye dorpêçkirin. Erdnegariya li vir çawa hatiye dorpêçkirin. Ciwan, bawerî û jin çawa hatiye dorpêçkirin. Lê em teslîmê dorpêçê nabin. Em neviyên Seyîd Riza ne. Em ê azadî, edalet û wekheviyê bînin vî welatî."
 
Alîkara Hevserokên Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Newroz sembola berxwedan, azadî û têkoşînê ye û wiha axivî: "Polîtîkayên ku îro tên meşandin parçeyekê ji vê pêvajoyê ye. Li hemberî azadîxwez, ciwanên ku zanîngehên serbixwe dixwazin, rojnamegeran re ceza tê xwestin, ev jî heman parçeya pêvajoyê ye. Lê divê bê zanîn ku vîna gel, hêzên kedkar û demokrasiyê heye. Em ê bi têkoşînê bi ser kevin.
 
Piştî axaftinan govend hat gerandin. Piştre jî pîrozbahiya Newrozê hat bidawîkirin.