Di Newroza Rihayê de çalakiyên greva birçîbûnê hat silavkirin

  • 14:50 21 Adar 2021
  • Rojane
RIHA - Di Newroza Rihayê ya bi rengên cuda hat xemilandin de Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu ya ku banga têkoşînê kir wiha got:"Em feshkirina Peymana Stenbolê şermezar dikin. Gelê kurd ew ê li dijî hemû êrişan li ser xwe bisekine." Omer Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkan Îmrali nîşan da û got em ê têkoşîna çalakgerên di greva birçîbûnê de ne mezin bikin. 
 
Bi hezaran kes beşdarî Newroza bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê serî hildin û azad bibin" li Rihayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin bûn. Parlamenterên HDP'ê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Serokê Giştî yê Azadî Ayetullah Aşitî  axaftin kirin. 
 
Di çalakiyê de Hevserokên HDP'ê yên Rihayê Çigdem Karakeçili û Ziya Çalişkan gel bi coşa Newrozê silav kirin. 
 
'Tecrîd li civakê belav bûye'
 
Ayşe Surucu wiha got:"Çalakiyên grevên birçîbûnê encama tecrîda li ser Îmrali û civakê ye. Divê em di vê ferqê de bin û li gor vê gavên xwe biavêjin. Hemû çalakgerên di greva birçîbûnê de ne em bi germahiya agirê Hesinkar Kawa silav dikin. "
 
Ayşe ya bertek nîşanî feshkirina Peymana Stenbolê da wiha got:"Peymana Stenbolê ji bo jinan xeta xemrî ye. Îktidara bi kûmpas têkoşîna jinê ya mezin dibe hedef digire. Ew têkoşîna jinê nikarin hêsîr bigirin. Em ê tu carî netirsin."
 
'Kurd ne berxikên qurbanê ne'
 
Piştre Omer Ocalan wiha got:"Navnîşana çareseriya pirgirêkan Îmralî ye. Hukumetê maseya muzakereyê hilweşand. Em gelê vê axê ne. Kesên dixwazin me têk bibin bila li kalikên xwe binêrin bê çawa ew têk çûn. Kurd ne berxikên qurbanê ne. Her wiha em ê têkoşîna çalakiyên grevên birçîbûnê mezin bikin."
 
2 kesên beşdarî Newrozê bûn bi hinceta flamayên kes sor zer hilgirtine hatin binçavkirin. 2 kesên hatin binçavkirin birin Muduriyeta Emniyetê.