Ji Newroza Wanê bang kirin: Muhatap Ocalan e

  • 14:20 21 Adar 2021
  • Rojane
WAN - Newroza li Wanê ya bi heybet bi coş û heyecanek mezin didome. Di pîrozbahiyê de peyamên xwedîderketinê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derket pêş. 
 
Bi hezaran welatiyên Wanê bi armanca tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin serê sibehê ve kom bi kom meşiyan qada Newrozê ya li tenişta Keleha Wanê. Newroza îsal li 
Wanê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" tê pîrozkirin. Gelê Wanê bi cil û bergên xwe yên herêmî tevlî pîrozbahiyê bûn. Girse li qadê bê navber dirûşma "Bijî Serok Apo" berzkirin û xwedî li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derdiketin. Tevlîbûna bi giseyî, coş û heyecana li Wanê derket asta herî jor. 
 
Di pîrozbahiyê de seroka Komeleya Jinan a Star a Wanê Serap Guvenç axivî û bertek nîşanî betalkirina Peymana Stenoblê da. Serap, da zanîn ku bi hezar salin li ser tunebûna jinan pergala serdestiyê hat avakirin, niha jî hewl dide ku pergala xwe bidomîne û got: "Lê em jî dibêjin çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin."
 
Serokê GiştÎ ya Partiya Azadî û Mirov Mehmet Kamaç axivî û bal kişand ser pêvajoya zehmet û wiha axivî: "Gelê Kurd tu carî li hemberî zext û zordariyan serî netewand û dê netewîne jî. Dem dema aştiyeyê. Newroz dê bibe wêneya çûyîna îqtîdarê."
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Sezaî Temellî derket ser dikê û bal kişand ser grevên birçîbûnê. Sezaî wiha dest bi axaftina xwe kir: "Li girtîgehan 115 roj in grevên birçîbûnê heye. Li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn berxwedêrên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hene. Îro li girtîgehan girtiyên siyasî hene. Kişanak û Demîrtaş heye. Em Newroza hemûyan pîroz dikin. Îro li Wanê gel xwedî li vîna xwe derket û li vir bersiva herî xweşîk dan. Hûn çend plansaziyan bikin jî hûn nikarin vîna gel xesp bikin. Çareseriya pirsgirêka kurd, rêya aştiyê ya Tirkiye û Rojhilata Navîn ji Îmraliyê re derbas dibe. Em jî vî tiştî dizanin û dewlet jî wî tiştî dizane. Muhatap Birêz Ocalan e."
 
Pîrozbahî bi stranên Xecê didome.