'Li girtîgehê nexweşiya Kadriyeyê girantir bû'

  • 09:02 10 Sibat 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
SÊRT - Dayik û keça girtiya nexweş Kadriye Cengîz ji rewşa wê ya tenduristiyê bi fikarin û bangeweziya hestiyariyê kirin. Dayika wê Gulsum, diyar kir ku divê Kadriye li derve bê tedawîkirin û ji bo wê jî divê serbest bê berdan. Keça wê Evîn jî da zanîn ku ligel bijîşk dibêjin nikare li girtîgehê bimîne jî ew nayê berdan. 
 
Kadriye Cengiz 45 salî ye û li Girtîgeha Tîpa M’ya Êlihê girtiye. Derbarê wê de bi hinceta "Endama Rêxistinê" ye 9 sal û 6 meh ceza hatibû birîn. Kadriye 6 sal in girtiye. Kadriyeya ku hêj neketibû girtîgehê nexeşiyên wê hebû,  ji ber şert û mercên girtigehê bêtir rewşa wê ya tenduristiyê giran bû. Kadriyeya ku nexweşa penceşêra pişîkê ye du caran mîda wê xwîn bû û du caran jî qrîza dil derbas kir. Dayik û keça Kadriyeyê ji ajansa me re behsa rewşa wê kirin û daxwaza serbest berdana wê kirin. 
 
‘Li girtîgehê tedawiya wê nayê kirin' 
 
Dayika Kadriye, Gulsum Cengîz, anî ziman ku nêzî saleke li Girtîgeha Tîpa E’ya Sêrtê ma û piştre sirgunê Girtîgeha Tîpa M’ya Êlihê kirin. Gulsum wiha rewşa keça xwe anî ziman: "Keça min di nava xebatên siyasî de cih digirt û hat girtin. Kadriye 6 sal in girtiye û ew 3 meh in jî li Êlihê ye. Rewşa tenduristiya wê niha nebaş e û her roja ku derbas dibe girantir dibe. Divê bê berdan û tedawî bibîne. Ew di girtîgehê de nikare bê tedawîkirin. Kadriye beriya ku bê girtin jî nexweş bû. Ev nêzî 6-7 sal in nexweş e. Lê piştî hat girtin nexweşiya wê girantir bû."
 
'Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin' 
 
Gulsum, di dawiya axaftina xwe de banga hestiyariyê kir û got: "Niha li girtîgehan grevên birçîbûnê heye. Tenê daxwazek wan heye ew jî bi dawîkirina tecrîd û binpêkirina mafên girtiyan e. Divê daxwazên girtiyan bê qebûlkirin. Ev grevên birçîbûnê gelek bandorê li tenduristiya girtiyan dike. Bi taybetî jî girtiyên nexweş. Divê hikûmet berê dereng bibe gav bavêje. Banga me ji hikûmetê heye ku bila girtiyên nexweş serbest berdin." 
 
‘Li girtîgehê nexweşiya wê girantir bû’
 
Keça Kadriye, Evîn Cengîz jî diyar kir ku dayika wê bi mirinê ve rûbirû ye û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Dayika min ev 6 sal in girtî ye. Ji girtîgeha Sêrtê sirgûnê girtîgeha Êlihê hat kirin. Di pêvajoya girtinê de gelek nexweşiyên dayika min çêbûn. Nexweşiya pençeşêrê ya pişikê jê peyda bû. Her wiha ji çavên xwe jî nexweş e. Her wiha du caran qrîza dil derbas kir. Divê ji ber nexweşiya wê niha bi şertê kontrola edlî bihata berdan. Lê belê wê hîn jî bernadin. Ji ber nexweşiya wê tim dibin nexweşxaneyê û ji ber şewba vîrûsê jî tim dikin qarantînayê û hûcreya yek kesî de tê girtin.”
 
‘Di odeyên wan de qamera hatine bi cih kirin’
 
Evîn, diyar kir ku li Girtîgeha Êlihê li hemberî girtiyan gelek zext heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergala leşkerî li ser wan tê meşandin. Her wiha di odeyên wan de qamera hatine bi cih kirin. Cihên wek li hember destşoyê qamera hatine bi cih kirin. Her wiha eşyayên wan nayên dayîn. Ji aliyekî dinê ve jî nêzîkatiya gardiyanan gelek hişke. Wek mirovan nêzî girtiyan nabin. Ji ber nexweşiya pandemiyê hevdîtina vekirî betal bû û hevdîtina girtî jî sê hefteyan carê ye. Kincên girtiyan nayên dayîn. Her wiha dayika min gelek caran çû nexweşxaneyê, bijîjkan rapora ‘nikare girtîgehê de bibîne’ dabûn. Lê belê li dijî vî yekê jî dayika min nayê berdan. Her wiha bijîjkan gotibû divê awayek rast tedawiyê bibîne. Her wiha tedawiya nexweşiya dayika min bajarên Stenbol û Enqerê tê dîtin.”
 
‘Çima girtiyên siyasî nayên berdan?’
 
Evîn, daxwaza edalet û hiqûqê kir û got: “Em bi tenê edaletê dixwazin. Rewşa gelek girtiyên nexweş di xeteriyê de ye. Ji ber şewba vîrûsê gelek girtiyên wek tecawizkar, diz û gelek kesêndin hatin berdan. Çima girtiyên siyasî nayên berdan? Em dixwazin bila demildest bên berdan. Ger ku wekhevî heye, bila ji hemû girtiyan re awayek wekhev tev bê gerandin. Bila rayedar gavên pêwîst bavêjin. Bila dayika min û hemû girtiyên nexweş bên berdan.”