Jinan li Şirnexê starta kampanya ‘Destpêkê Edalet’ dan

  • 16:13 9 Sibat 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Piştî ku HDP'ê starta kampanyaya "Destpêkê Edalet" da îro jî Meclîsa Jinan a HDP'ê li Şirnexê starta kampanyayê dan û gotin: "Em ê kêliyekê jî ji têkoşîna xwe paş ve gav neavêjin. Em bi hêza jinan xurtir dibin, em bi têkoşînek hevpar azad dibin."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh starta kampanya “Destpêkê Edalet” li Enqereyê da. Îro jî Meclîsa Jinan a HDP'ê li Şirnexê starta kampanya “Destpêkê Edalet” bi daxuyaniyek çapemeniyê da. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş, aktivîstên TJA'yê û rêxistinên HDP'ê yên Şirnex û navçeyên wê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Li dijî qirkirina girtiyên siyasî destpêkê edelet" vekirin û dowîzên "Ji bo jinan edelet" hat hildan. 
 
Daxuyanî ji hêla Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Navendî ya Şirnexê Zeynep Salgucak ve hat xwendin. 
 
Zeynep bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên li dijî jinan û wiha got: "Li dijî polîtîkayên pergala tecrîdê ya mêr a serdest û bloka faşîst a AKP-MHP’ê nerazîbûnên me hene. Em ê ji têkoşîna xwe ya ji bo parastina mafê jiyanê, ji bo azadiya hemû hevalên jin ên bijartî, ji bo azadiya jinên girtî yên ku mafê xwe yê xweparastinê bikar tînin, ji bo ji holê rakirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehê, em ê kêliyekê jî ji têkoşîna xwe paş ve gav neavêjin. Em bi hêza jinan xurtir dibin, em bi têkoşînek hevpar azad dibin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedanan zindanan" bi dawî bû.