Hêzên Têkoşîna Yekbûyî: Em ê teqes bi ser kevin

  • 15:20 9 Sibat 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Hêzên Têkoşîna Yekbûyî, li dijî mudaxaleya polîsan daxuyaniyek da û da zanîn ku ji ber tirsa têkoşîna yekbûyî li hemberî wan êriş pêk tên û got: “Pergala qesrê têk diçe.”
 
Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG), di 4’ê sibatê de xwestibû li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê bi daxuyaniyeke girseyî damezrandina xwe rabigihîne. Polîsan mudaxaleyî daxuyaniyê kiribû gelek kesî binçav kiribûn. BMG’ê têkildarî vê mudaxaleya polisan daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ji ber tirsa ji têkoşîna yekbûyî êriş pêk tên û li dijî vê dê têkoşîna xwe mezintir bikin. 
  
Di berewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li hemberî kesên ku hatine binçavkirin sûc hatine hilberandin û ev tişt hat gotin: “Pergala qesrê her ku digevize têk diçe. Êdî dîwarên tirsê hatine hilweşandin. Em ji bo hêrsê li xwe bipêçên hatin avakirin. Piraniya ciwanan dixwazin ji vî welatî terk bikin. Li vî welatî hêvî û pêşerojê nabînin. Ji bo yekitî, têkoşîn û serkeftinê teqes em ê bi ser kevin."