Nûçegihanê MA'yê Dîndar Karataş hat berdan

  • 14:51 9 Sibat 2021
  • Rojane
 
ERZIROM - Dadgeha Erziromê derbarê nûçegihanê MA'yê Dîndar Karataş de biryara tehliyeyê da. 
 
Danişîna ewil a doza nûçegihanê MA'yê Dîndar Karataş îro li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn a Erziromê hat dîtin. Dadgeha Erziromê derbarê nûçegihan Dîndar Karataş de biryara tehliyeyê da. 
 
Dîndar ji meha mijdara 2020’an ve ji ber nûçeyên çêkiribû li Girtîgeha Erziromê dihat ragirtin, îro danişîna ewil a doza wî hat dîtin û hat tehliyekirin.