Avahiya HDP'ê hat dorpêçkirin

  • 13:31 9 Sibat 2021
  • Rojane
 
WAN - Berî daxuyaniya Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Wanê ya di çarçoveya kampanyaya "Ji bo her kesî edalet" de wê bê dayin polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kirin. 
 
Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Wanê di çarçoveya kampanyaya "Ji bo her kesî edalet" de xwest li avahiya Artemitê ya HDP'ê daxuyaniyê bidin. Berî daxuyanî bê dayin polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kirin û nahêlin jin ji avahiyê derkevin. Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi daxuyaniyê dixwaze balê bikşîne ser grevên birçîbûnê û tecrîdê.