Facebookê nûçeya me ya têkildarî Abdullah Ocalan sansur kir
- 12:26 9 Sibat 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Facebookê nûçeya me ya bi navê "Bersiva me ya herî xurt a li dijî komployê avakirina xweseriya me ya demokratîk e" ya têkildarî 22'yemîn salvegera anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi komploya navneteweyî, asteng kir.
Facebookê nûçeya me ya bi navê "Bersiva me ya herî xurt a li dijî komployê avakirina xweseriya me ya demokratîk e" ya têkildarî 22'yemîn salvegera anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi komploya navneteweyî, asteng kir. Her wiha facebookê bi hinceta parvekirina nûçeyê biryara qedexeya parvekirin û şîroveyê ya 3 rojan da.
2 cara nûçeya Sakîne Cansiz hat sansurkirin
Facebookê di 7'ê Çileyê de nûçeya têkildarî Siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz a bi navê "Navê raperîna ji porên sor diriji ye Sakîne" biryara sansure dabû. Her wiha dîsa nûçeya têkildarî Sakîne ya bi navê "Jina bi çirûskekê berî şewitand: Sakîne" jî ji aliyê facebookê hatibû sansurkirin. Her wiha piştre biryara qedexekirina parvekirin û şîrovekirinê ya 24 saetan hat dayin.
Lînka nûçeya wiha ye: http://www.jinnews16.xyz/TUM-HABERLER/content/view/156905