70 roj in çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê didome

  • 10:06 9 Sibat 2021
  • Rojane
ŞENGAL - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi dirûşma "Em hemû asayîş in" hatî destpêkirin 70 roj in li ber Navenda Asayîşa Şengalê didome.  
 
Xelkê Şengalê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê, li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û her wiha ji bo piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê kon vedan. 70 roj in berxwedana xelkê Şengalê didome. Xelkê Şengalê diyar dikin heya daxwazên wan pêkneyên ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.