Kovara hiqûqî ya bi kurdî 'Aşdar' dest bi weşandinê dike

  • 09:11 9 Sibat 2021
  • Rojane
Sema Çaglak - Şehrîban Aslan 
 
AMED - Endamên “Lijneya Zimanê Kurdî” dest bi weşandina kovarekê bi navê “Aşdar” dikin. Serokê Lijneya Zimanê Kurdî Elîf Bîrkîlî destnîşan kir ku armanca wan a sereke di qada hiqûqê de hebûna weşana zimanê kurdî westar kirin e û got: “Em ê têgeh û mijarên hiqûqî dê bi zimanê xwe nîqaş bikin.”
 
Endamên “Lijneya Zimanê Kurdî” ku di bin banê Baroya Amedê de hatibû damezirandin dest bi weşandina kovarekê bi navê “Aşdar” dikin. Kovara hiqûqî kurdî ku wê sê mehan carekê derkeve, bi hejmara xwe ya ewil “21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê” wê derdikeve. Têkîldarî mijarê Seroka Lijneya Zimanê Kurdî Elîf Bîrkîlî axivî.
 
‘Kovara hiqûqî ya bi zimanê kurdî pêdîviyek e’
 
Elîf di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku kovara hiqûqî ya bi zimanê kurdî pêdîviyek e û wiha got: “Fikra kovarekê bi zimanê kurdî di çarçoveya civînên me yê “Lijneya Zimanê Kurdî” de hat pêşniyar kirin. Wekî ku tê zanîn di qada hiqûqê de weşanên di zimanê kurdî awayekî bi sînor û demkurt in. Lewra di vê qadê de pêkanîna têgihnasînan pêwîst e. Ligel vê yekê bi saya vî xebatê, dê aliyê hiqûqa kurdî de wek peywîra arşîvê bibîne. Tê zanîn ku hiqûq hertim pêş ve diçe û dîsîplînek ji veguhastinê re vekiriye. Bi vî awayî ligel pêşxistin û veguhastinê, em ê bi xebatên xwe bibin parçeyek ji bo pêşxistina zimanê kurdî.”
 
‘Em ê têgeh û mijarên hiqûqî dê bi zimanê xwe nîqaş bikin’
 
Elîf anî ziman ku armanca wan a sereke di qada hiqûqê de hebûna weşana bi zimanê kurdî westar kirin e û wiha bi lêv kir: “Ligel vê armancê dê em têgeh û mijarên hiqûqî bi zimanê xwe nîqaş bikin û li ser van nîqaş û nirxandinan bi zimanê xwe hilbêrînin. Di heman demê de em dixwazin di her qadên jiyanê de; wekî sînema, wêje, mîtolojî û hunerê de hebûna hiqûqê bixin pêşberê we. Her wiha dê em bi hevpeyvînên hiqûqnasan hem ked û xebatên di hêla hiqûqê de bidin danasin hem jî geşedanên aliyê hiqûqê de bidin xuya kirin.”
 
Elîf berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser mijarên ku di kovarê de cih digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kovara ku hejmara yekemîn di 21’ê Sibatê de tê weşandin, li ser mijarê destpêka hiqûqê de wê cih bigire. Ji ber ku di vê qadê de xebatek hêj nû ye. Me xwest bi awayekî bi dîsîplîn û plankirî be. Di vê çarçoveyê de beşên hiqûqê wekî dosya bê dest girtin.”
 
‘Me girîngiya zimanê kurdî her tim parastiye’
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser xebatên Baroya Amedê ya li ser zimanê kurdî û got: “Baroya Amedê ji avakirina xwe de heya îro girîngiya zimanê parastiye û di vê hêlê de gelek xebat pêk aniye. Ligel Weqfa Mezopotamyayê û Baroya Amedê ferhenga hiqûqê ya bi zimanê kurdî hatibû derxistin. Ji bo ku têgeha hiqûqê hebûnek bi nivîskî qezenc bike ev xebat gelek bi qîmet û girîng e. Her wiha em wek “Lijneya Zimanê Kurdî” her sal perwerdeya zimanê kurdî ya bi zaraveya kurmancî hate dayîn. Perwerdeyên me hêj jî berdewam e û gelek parêzer perwerdeya zimanê dibîne. Di çarçoveya rojên zimanê de semîner û daxuyanî tên dayîn. Di heman demê de ji aliyê Baroyê kampanyayek ji bo ku pirtûkxaneya zimanê kurdî hatiye destpêkirin. Herî dawî jî kovarekê bi zimanê kurdî wê bê derxistin.”