Meraqa wê veguherî seruvena vekirina ‘Nazenîn’

  • 09:09 9 Sibat 2021
  • Rojane
 
 
WAN - Di pêvajoya pandemiyê de ji ber qedexeyan gelek kes neçar man dikanên xwe bigirin. Yek ji van jî jina bi navê Hîba Sarisaç e. Hîbayê di vê pêvajoyê de seruvena xwe ya çêkirinê ya wek hobî dikir, veguhert Atolyeya Cil û Bergan a Nazenîn.
 
Ji ber pandemiyê gelek kesi dikanên xwe ji neçarî girtin. Li Wanê jina bi navê Hîba Sarisaç kafeya xwe ya 7 sal bû dişuxuland ji ber sînorkirinên pandemiyê girt û çû mala xwe. Lê meraqek wê ya ji biçûkatiyê dihat û cil û bergên kevn li gorî xwe çêdikir û dixemiland. Piştre ev cil û berg li şêniyên taxê yên xwedî hewcedar belav dikir. Piştî ku ev çêkirinên wê eleqe dît, atolya Nazenîn vekir. Hîbayê pêvajo ji ajansa me re nirxand.
 
‘Min cilên dirût li zarokan dikir’
 
Hîbayê wiha got: “Ez û birayê xwe mezûn bûn lê tayîna me nehat. 7 sale ez di sektora kar de me. 6 sale karê xwe dikim, cafeya me hebû. Me şaxa duyem vekir. Lê ji ber pandemiyê me girt. Li ser vê min dest bi dirûna cilan kir. Min cilên didirût dida zarokên taxê. Min dida heval û xizmên xwe. Cilên min dirûtin gelek hatin hezkirin. Li ser vê min atolye vekir.”
 
Tevî astengiyan dest jê berneda
 
Hîbayê bi armanca aborîyê dest bi kar kir, li atolyeya xwe cilên kevn, bi bikaranîna motîfên gelêrî dixemilîne û got: “Ez ji goreyan bigire heta şal, blûz û fistanan didirûm. Li vî welatî gelek kesên zanîngeh qedandine û betal in hene. Min beşa civaknasiyê xwend. Lê ji ber aboriyê min kafe vekir. Tevî hemû astengiyên civakî min karê xwe meşand. Ji ber krîzê karê me sekinî. Ji ber pandemiyê em neçar man kafeyên xwe bigirin. Salek e, ev pereyê me ji bo xwe kom kiribû, bi kar tînin. Yanî yê heyî jî em wisa dixwin. Min pere ji xwe re hinek kom kiribû. Ev saleke em li malê ne wekî din hatineke me tune. Ji ber vê em wî pereyê bi kar tînin.”
 
‘Mirov bawer bikin dikarin her tiştî bikin’
 
Hîbayê daxuyakirin ku astengiyên di pandemiyê de ji bo hilberînê ne asteng e û got: “Ji bo karekî nû sermayek hewce bû. Min bi pereyê ku dabû ser hev, atolye vekir. Ji bo makîneyên min bên du mehan li hêviyê mam. Niha em nû dest bi kar dikin. Mirov bawer bikin dikarin her tiştî bikin. Di pêvajoya pandemiyê de ji ber dewletê piştgirî neda esnafan, dikan hatin girtin. Yanî li malê jî tiştekî di destên me de bimîne nema. Ez bixwe bawer dikim ku ez di vî karê xwe de biser kevim. Em nihan û de lê em ê biser kevin. Me du kesan dest bi vî karî kiriye. Tenê divê mirov ji dil bixwazin.”