‘Parvekirina daneyan, mekanîzmaya hesab eşkere dike’

  • 09:08 9 Sibat 2021
  • Rojane
STENBOL - Pêvajoya aşîkirina Covîd-19'ê didome. Endama Konseya Navenda TTB’ê Dr. Çîgdem Arslan diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de daneyên zelal nehatine parvekirin û got: “Parvekirina daneyan mekanîzmaya hesab eşkere dike. Ya divê bê kirin an hesabek ji bo civakê bê dayîn. Tiştekî nehatibe parvekirin hebe dibe dane nehatibe parvekirin. An jî naxwazin civakê tevlî pêvajoyê bikin.”
 
Aşiya Sînovac anîn Tirkiyeyê, di 14’ê Çile de karkerên tenduristiyê hatibûn aşîkirin. Beriya karkerên tenduristiyê yên di koma rîskê de bûn jî hatin aşîkirin. Li gorî tabloya aşîkirina wezareta tenduristiyê, aşiya bi kêfî hatiye kirin civak kiriye fikarê û ji ber parvekirinek zelal nehatiye kirin bandorek neyînî li pêvajoyê bû. Aliyên xizan, karker, penaber û girtî di koma rîska kêm de hat dîtin û der barê ku aşî wê kengê bê kirin de jî agahiyek zelal tune. Endama Konseya Navenda Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Doktor Çîgdem Arsalan got divê gelek kesên li qadên cuda bihata aşîkirin, lê mixabin koma rîskê hatiye xistin.
 
‘Xwegîhandina aşiyê ya kal û pîran zehmetir e’
 
Çîgdemê bi lêv kir ku aşîkirin di 14’ê Çile de bi aşîkirina xebatkarên tenduristiyê hatiye destpêkirin û got: “Di tabloya dawî de 2 mîlyon û 200 hezar kes aşî bûn. Piranî ji xebatkarên tenduristiyê pêk tên. Bêguman lez hinek ket. Yên di ser temenê 85 95 de hatin aşîkirin niha derbasî ser 75’an bûn. Bi ast diçin. Rojê 250 hezar kes aşî dibû lê niha daketiye 100 hezarî. Li gorî xebatkarên tenduristiyê kal û pîr di alî xwegîhandina aşiyan de zehmetiyan dikşînin. Ji ber divê randevuyê bigirin, xwe bigihînin yekineya tenduristiyê.”
 
‘Em nizanin li ku kêmasî hene’
 
Çîgdemê anî ziman ku daneyeke der barê ku çend kes aşî bûne, de dane tune û got: “Mixabin daneyek destê me de tune. Em ji ser gotinên hekîman hinek tespîtan dikarin bikin.Li Tirkiyeyê 24 hezar Hekîmtiya Malbatê hene. Nêzî 4 hezarê wê hemşîreyên wan tune. Ev jî bêguman dibe sedema pirsgirêkan. Dema wisa be jî em nizanin li ku kêmasî hene. Li kîjan qadê çi heye tune em nizanin.”
 
Çîgdemê bal kişand ser pêvajoya aşîkirinê û daxuyakirin ku pêvajoya aşiyê zelal nayê meşandin û got 3 mîlyon û nîv aşî hîna di asta testê de ye û nayê zanîn ku sewqiyata din kengê wê bê kirin. Çîgdemê got di rewşa dane bên parvekirin de wê der barê pêvajoyê de bibin xwedî agahî.
 
‘Heta agahiyên zelal neyên parvekirin em ne mudaxîlên pêvajoyê ne’
 
Çîgdemê destnîşan kir ku di pêvajoya aşîkirinê de ji TTB û STK’yan piştgirî nehatiye girtin û got pêvajo divê bi piştgiriya ji herêman tê girtin bihata domandin. Çîgdemê ev tişt anî ziman: “Ji berê de kar û barê aşiyê li ocaxên tenduristiyê dihatin kirin. Lê niha ji ber STK û odeyên pîşeyî ne di pêvajoyê de ne û agahiyên zelal nehatine parvekirin em ne mudaxîlên pêvajoyê ne. Tenê bernameya xebatkarên tenduristiyê dertê pêşberê me û li malê ekîba fîlyasyonê tê aşî dike. Ger di lîsteya qeydê de nav hebe tê aşî dikin. Gelek kes di qeydan de tune. Em nizanin ka gelo xwe digihînin wan an na.”
 
‘Penaberên  hejmara wan a nasnameyê hene di pergalê de nayên dîtin’
 
Çîgdemê balkişand ser rewşa penaberan û got penaber dema serî li Navendên Tenduristiya Malbatî didin bi rewşên weke ‘hûn ne di koma rîskê de ne’ tên rû hev û got tevî ku hejmara wan a nasnameya TC heye jî di pergalê de qet nayên dîtin, gelek kesên di vê rewşê de hene.
 
‘Tevî ku girtîgeh bi rîsk in di asta duyem a aşiyê de ne’
 
Çîgdemê her wiha daxuyakirin ku tevî ku girtîgeh di koma rîskê de ne, wezaretê di rêza aşîkirinê de di koma duyem de bi cih kirine û got divê di asta yekem de girtî bihatana aşîkirin û got: “Girtîgeh di alî şertên fîzîkî û hîjyenê de zor û zehmet e. Em hemû dizanin ku di koma rîskê de hene lê negirtine kategoriya herî bi rîsk. Krîterên aşîkirinê nehatine parvekirin, di Lijneya Zanist û Rêxistina Tenduristiya Cîhanê de dibe ku derketibe holê. Hinek agahî gihiştin me ku kesên ne di koma rîskê de bûne di asta yekem de hatine aşîkirin. Siyasetmedar, şaredar an jî rektorên zanîngehan, ev ne xebatkarên tenduristiyê ne. Yanî ne di koma rîska ewil de ne. Me agahî girt ku wan jî aşî kirine. Gelo vê li gorî çi dikin.”
 
‘Parvekirina daneyan dayîna hesab e’
 
Çîgdemê wiha berdewam kir: “Parvekirina daneyan pir girîng e. Ev mekanîzmayek hesab pêş dixîne. Tiştekî nehatibe vegotin dibe ku dane nehatiye parvekirin. An jî naxwazin civakê tevî pêvajoyê bikin. Gelo di bin vê de çi heye? Divê em yek bi yek vê bifikirin. Wezareta tenduristiyê berpirs e ku her tiştî bi civakê re parve bike. Riya herî baş a ku civak tevlî pêvajoya parastina ji vîrusê kirine, bê guman parvekirina daneyan e. Lê mixabin ji ber pandemî ji jor ve hat birêvebirin mirov tevlî pêvajoyê nebûn.”
 
‘Newekheviya ji bo karkeran giran dibe’
 
Çîgdemê anî ziman ku karkerên fabrîkayê jî di koma ewil a aşiyê de cih negirtine û got gîhandina aşiyan dikare bi mehan bidome û got: “Bi vê lezê biçin wê karker kengî bê aşîkirin. Ev jî ne diyar e. Bi aşiyên niha di destê wan de ne pêkan e. Ji xwe şert û mercên wan ne li gorî pandemiyê ye. Der barê vê de jî tiştek nehatiye kirin. Mixabin pandemî nexweşiyek çînî ye. Di vê aşîkirinê de jî bi bandor dibin û newekhevî her diçe girantir dibe.”
 
‘Bikaranîna yek aşiyekî têr nîne’
 
Çîgdemê di dawiya axaftina xwe de anî ziman serkeftina aşiya Sînovac ji sedî 70’ê ye û got bikaranîna yek aşiyekî têr nake û got: “Belê aşiya Sinovac mirov bawerîyê pê tînin lê çima aşiyên din tune. Der barê vê de daxuyniyek tune. Der barê vê de em dizanin ku hevdîtin hene lê lihevkirinek tune.”