Ciwanên Firatê dest bi çalakiya li dijî komploya 15'ê Sibatê kirin

  • 08:36 9 Sibat 2021
  • Rojane
KOBANÊ - Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê dest bi çalakiya sê rojan ya li dijî komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.
 
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, bi dehan ji ciwanên herêma Firatê bi wesîleya 22'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê komploya navneteweyî û faşîzmê têk bibin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin" û "Dem dema azadiyê ye em ê teqez bi ser kevin" çalakî dest pê kirin.
 
Di destpêkê de ciwan li Qada Aştyê kom bûn û bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" ber bi Qada şehîd Egîd ve bi meşaleyan meşiyan. Piştre meş li qada Şehîd Egîd rawestiya û ciwanan bi daxuyaniyekê destpêkirina çalakiya xwe ragihandin.
 
Daxuyanî ji aliyê Endama Jinên Ciwan Cîhan Temî ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê, em komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Her wiha niha di girtîgehên Tirkiyeyê de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo çalakiyên gireva birçîbûnê dest pê kiriye. Çalakiya Gireva birçîbûnê ket astek kirîtîk. Tevî hemû polîtîka, şantaj û kiryarên dijminan ên li dijî gelê me û binpêkirinên li dijî girtiyên siyasî, bêdengiya civaka navneteweyî berdewam dike. Li gor vê pêvajoyê pêwist e em li dijî dagirkeriyê û kiryarên dewleta tirk têkoşîna xwe mezin bikin. Divê em tecrîdê bişkînin û êrîşên li ser gelê xwe rawestînin.
 
Li ser vê esasê em bang li tevahî ciwanan û gelê xwe dikin ku tevlî refên berxwedan û têkoşînê bibin. Her wiha xwe bi rêxistin bikin da ku em ji faşîzma dewleta tirk re sînoran daynin. Em weke ciwanên Herêma Firatê ji bajarê berxwedanê Kobanê soz didin ku em ê têkoşîn û berxwedanê ranewestînin. Em ê bibin meşaleyeke ji agir û kesên ku dixwazin me tune bikin bişewitînin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bê Seroka jiyan nabe" bi dawî bû.