'Bi berxwedanê dê azadiya Abdullah Ocalan mîsoger bibe'

  • 14:48 8 Sibat 2021
  • Rojane
 
HELEB - Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê li dijî komploya 15'ê Sibatê semînerek li dar xist.
 
Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê li dijî komploya 15'ê Sibatê li taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê semînerek li dar xist. Di semînerê de bi dehan jin, endam û rêveberên Kongreya Star amade bûn. Hola semînerê bi wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alê Kongreya Star hatibû xemilandin. 
 
Semîner bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Semîner ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a Helebê, Denîz Efrîn ve hate dayîn. 
 
'Roja me tarî nabe'
 
Denîz komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û got: "Em roja 15'ê Sibatê bi tundî şermezar dikin û şehîdên nemir yên ku gotin "Roja me tarî nabe" bedena xwe dan ber agir bi bîr tînin. Li dijî komploya li ser Rêber Apo tucaran Gelê Kurd û ciwanên kurd nesekînin û heta vê kêliyê jî çalakiyên mezin dom dikin. Dibe ku îro Rêber Apo weke fizîkî hatibe dîlgirtin, lê fikir û felsefeya wî ya azad herdem di nava me de dijî û em ê herdem bidin jiyîn. Rêber Apo ew bû 22 sal hatiye dîlgirtin, her hevalek şehîd got em nikarin bê Rêber Apo rojek din bijîn, ji bo wê hêviya me ji herdemê zêdetir heye ku em Rêber Apo weke fizîkî rizgar bikin.  Rêber Apo li hember hêzên desthilatdar yên kapîtalîst û hegemon têkoşînek bêhempa dide meşandin. Hemû hêzên desthilatdar û hegemon hêzên xwe kirin yek û Rêber Apo bi komployek navneteweyî girtin û teslîmî Tirkiyeyê kirin. Divê weke gel em xeta têkoşîn û berxwedanê mezin bikin da ku azadiya Rêber Apo mîsoger bikin. Heta ku Rêber Apo azad nebe em jî azad nabin. Em welatek azad û jiyanek wekhev bi Rêber Apo re dixwazin. Destkeftiyên ku îro me bi saya şehîdên xwe bi dest xistine hemû keda Rêber Apo ye."
 
Piştî semînerê sînevîzyonek têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate pêşkêşkirin.
 
Semîner bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.