Komîteya Sûrî ji bo girtiyên di zindanên Tirkiyeyê de daxuyanî da

  • 14:19 8 Sibat 2021
  • Rojane
ŞEHBA - Komîteya Sûrî ya li dijî girtin û revandina mirovan bi armanca parastina mafê girtiyên Sûrî yên di zindanên dewleta tirk de daxuyanî da. 
 
Di 9'ê Çileya 2021'an de Rêxistina Mafê Mirovan a Navneteweyî raporek derbarê rewşa girtiyên Sûriyeyê yên di zindanên Tirkiyeyê de parve kir. Di derbarê raporê de hat xuyakirin ku gelek girtiyên ku hemwelatiyên Sûriyeyê ne, di zindanên dewleta tirk de girtî ne. Bi armanca parastina mafê girtiyên Sûrî yên di zindanên dewleta tirk de, Komîteya Sûrî ya li dijî girtin û revandina mirovan daxuyanî da. Daxuyanî li Wargeha Berxwedan bi tevlîbûna Endamên Komîteya Sûrî ya li dijî girtin û revandina mirovan, nûnerên Rêveberiya Xweser, rûsipiyên Kantona Şehba û endamên sazî û dezgehên sivîl hate dayîn. Daxuyanî ji aliyên Endama Yekîtiya Mamosteyan Şêrîn Silêman ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Dewleta tirk bi erêkirina dewletên navneteweyî mudaxaleyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li hin bajarên ku dagir kirine mîna Serêkanî, Efrîn û Girê Spî her roj mirovan direvînin û derbasî Tirkiyeyê dikin. Li Tirkiyeyê tevî ev girtî hemwelatiyên Sûriyeyê ne, lê dewleta tirk di zindanên xwe de mirovan digire. Tevî tawanbariyên şer yên li dijî mirovan tên kirin heya niha dewletên navneteweyî tu dengê xwe nekirine. Herî dawî rapora ku ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan ve hatiye weşandin vê rewşê baş dide diyarkirin. Piraniya girtiyên ku navê wan di raporê de derbas bûne kurdên hemwelatiyên Sûriyeyê ne û ev girtî di dadgehên Tirkiyeyê de tên darizandin. 
 
Jixwe herkes dizane ku di zindanên dewleta tirk de rewş çawa ye. Mafê girtiyan di zindanên dewleta tirk de tên binpêkirin. Li gor zagonên navneteweyeyî pêwist e mafê girtiyan bên dayîn, lê dewleta tirk bi kiryarên xwe hemû zagonan binpê dike. Em weke Komîteya Sûrî ya li dijî girtin û revandina mirovan van kiryaran li dijî tevahî girtiyan û taybet li dijî girtiyên hemwelatiyên Sûrî yên di zindanên Tirkiyeyê de şermezar dikin. Em ê ji bo rêxistinên navneteweyî raporên xwe amade bikin û daxwazên xwe tê de diyar bikin. Pêwist e êdî ev rêxistin bi erkê xwe rabin û hemwelatiyên Sûriyeyê ji zindanên dewleta tirk bidin berdan."