Li Mexmûrê koma 27’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

  • 10:58 8 Sibat 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ve hat destpêkirin, îro ji hêla koma 27’emîn ve hat dewirgirtin. Greva birçîbûnê 53 roj in didome. 
 
Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya li Mexmûrê îro bi merasîmekê koma 27’emîn ji koma 26’emîn dewrgirt. Greva birçbûnê 53 roj in didome. 
 
Çalakvan û mamoste Îsiv Kara di merasîma dewirgirtinê de axivî û got: “Dixwazim bi gotinek ya pakrewanan dest bi axaftina xwe bikim, weke tê zanîn duh 5'emîn salvegera komkujiya Cizîra Botan bû. Di kesayeta heval Mehmet Tunç û Asya Yuksel de hemû şehîdên xweseriya demokratîk û şehîdên ku bi can û bedena xwe ji bo rêbertiyek azad ji bo jinavbirina komploya navnetewî canê xwe feda kirîn bi bîr tinim û bejna xwe li hember wan di tewînin û soza bi cih anîna xeyalên wan didîn. Bila dost û dijminê me baş bizane em ê tu carê li hemberî zordariya wan çok ne danîn.
 
Heval dizanin em niha di mehekî reş dene, ji ber komloyek navnetewî li hember rêbertiya me pêk hat. Em jî niha weke gelê Mexmûrê li hember vê komployê bûne çirûskek ev jî ji bo me şanaziyeke. Bi awayek teorîk gelek niqaş heya niha hatin kirin, lê êdi ji vê zêdetir dema pêkanînê ye divê em hemû bi erka xwe rabin û tişta ji destê me tê bikin. Her wiha divê pêvajoya çalakiyan de çalakiyên ku îro li zindanên Tirkiyê de rêhevalên ku weke mîrasekî berxwedanê hiştîn û roja îro jî wê berxwenê tacîdar dikin û niha jî dibin heman zext û zorê de dibêjin ‘berxwedan jiyane’. Em niha li derve ne û azadin divê em serî hemê rêyên berxwedanê bidin."
 
Merasîm bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.