'Êzidî dê bi hêza xwe parastina xwe bike'

  • 13:01 5 Sibat 2021
  • Rojane
Evîn Zenda - Viyan Seid
 
ŞENGAL - Xelkê Şengalê her roj berê xwe didin konê berxwedanê û piştgiriyê didin çalakvanan. Jinên ku çûn serdana konê diyar kirin ku heta ku bighêjin encamekî dê çalakiya xwe bidomînin û gotin: "Me hêza xwe ya YJŞ û YBŞ'ê ava kir û niha jî em parastina hêza xwe dikin. Her wiha em jin dê destkeftiyên xwe biparêzin." 
 
Çalakî û berxwedana li xelkê Şengalê didome. Di çalakiyan de polîtîkayên hikûmetên Iraq, Herêma Federal a Kurdistanê û Tirkiyeyê tê şermezarkirin. Xelkê Şengalê li dijî nasnekirina statuya Şengalê di nava hewldanan de ne. Ji bo wan biryarên ku bêyî wan hatine girtin nayê qebûlkirin. Li dijî biryaran xelkê Şengalê 66 roj in li ber Navenda Asayîşa Şengalê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" kon vedan. Jinên ku çûn serdana konê û jinên ku tevlî çalakiyê bûn nêrînê xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
'Dê têkoşîna me bi ser bikeve'
 
Fehîme Silêman bal kişand ser berxwedanê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Heta em bighêjin armanca xwe em ê çalakî, meş û xebatên xwe bidomînin. Du meh jortir e li vir kon hatiye vedan. Em dixwazin li vir peyamek bidin hikûmeta Iraqê û hevalbendên wan. Li Şengalê gelek bedelên giran hatin dayîn û em ê jî xwedî li wan bedelan derkevin û em terka axa xwe nakin. Belê di dema fermanê de PKK hat li vir û me ji kuştinê rizgar kir. Lê niha jî zarokên me li vir parastina me dikin û em ê jî xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê bê zanîn dê têkoşîna jin û dayikan bi bi ser keve. Em ê çalakiyên xwe bi biryar bidomînin." 
 
'Şengal dê bi hêza xwe xwe biparêz e'
 
Nûrê Şengal tevlî nobetê bibû wiha bal kişand ser berxwedanê: "Du meh in li vir kon hatiye vedan. Konê berxwedanê ye û konê rûmetê ye. Em heta dawiyê li ber xwe bidin û piştgiriyê bidin zarokên xwe. Piştî fermanê me asayîşa xwe ava kir û 8 sal in parastina me dikin. Em dixwazin bi fermî asayîşa me bê qebûlkirin. Xelkê Şengalê bi hêza xwe û bi berxwedana xwe hêza xwe xwe ya parastinê YJŞ û YBŞ’ê ava kir, em ê ji li vir parastina wan bikin."
 
'Bê parastin mayîn tê wateya tunekirinê' 
 
Suat Silêman, destnîşan kir ku ji bo parastinê hebûna asayîşê girîng e û wiha axivî: "Qebûlnekirina asayişa me ji bo Şengalê gefek mezin e. Ji ber ku dixwazin civaka me bê parastin bihêlin. Civaka ku bê parastin bimîne bi tunebûnê re jî rûbirû dimîne. Em tu carî biryarên ku derbarê me de didin qebûl nakin. Em wekê jinên ciwan ji bo xelkê xwe û asayîşa xwe di nava têkoşînê de bin."