Çalakiyên greva birçîbûnê koma 15'an dewr girt
- 09:11 5 Sibat 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin îro koma 15'an dewr girt û grev di roja 71'emîn de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin îro koma 15'an dewr girt. Çalakî 71 roj in didome.