Meclîsa Jinan a HDP'ê: Dê ji bo her kesî edaletê bixwazin

  • 09:10 5 Sibat 2021
  • Rojane
 
Habîbe Eren 
 
ENQERE - Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Ozlem Gunduz, da zanîn ku di kampanya ku partiya wan di 8’ê Sibatê de dide destpêkirin de bi esasa ‘Ji bo jinan edalet’ wê li dijî qetilkirin, şîdet, tacîz, tecawiz û xizaniya jinan têbikoşin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê pirsgirêkên Tirkiyeyê de bi armanca pêşniyarên çareseriyê bi civakê re parve bike û rexneyan bigirin di 8’ê sibatê de kampanya ‘Edelet’ dide destpêkirin. Meclîsa Jinan a HDP’ê jî di çarçoveya kampanyayê de nîqaş meşand û plansazî ava kir. Di rojeva Meclîsa Jinan de qirkirin, tecrîd, tacîz, tecawiz, xizanî û polîtîkayên tasfiyeyê hene. Endama Rêveberiya Lijneya Navendî (MYK) û Meclîsa Jinan a HDP’ê Ozlem Gunduz der barê kampanyayê de axivî.
 
Ozlemê diyar kir ku di encama nîqaşan de pêşniyara kampanyayê derketiye holê û wiha got: “Em ê 8’ê Sibatê de starta kampanyayê bidin. Gelo çima hewcedarî bi kampanyayek wisa hebû? Desthilatdariya AKP-MHP’ê li hember hemû aliyê civakê bi taybet li hemberê jin, karker, kedkar û muxalîfan êrîşan pêk tîne. Bi taybet di pêvajoya pandemiyê de desthilatdariyê êrîşên xwe zêde kir û krîza aborî girantir bû. Bi pandemiyê re şîdeta li ser jinan zêde bû. Faşîzmeke mayînde heye. Li dijî vê jî em ê têbikoşin.”
 
‘Me bernameya xwe zelal kir’
 
Ozlemê, destnîşan kir ku kampanya wê di 8’ê Sibatê de bê destpêkirin berdewama kampanyaya ku HDP’ê di 1’ê Hezîranê de ya ‘Bernama Têkoşîna Demokrasiyê’ ye û got: “Hema hema her roj sê jin tê qetilkirin û ligel vê şîdeta li ser jinê gelek zêde bûye. Xizanî û betalî zêde bûye. Krîza aborî giran bûye. Ji ber vê hewcedariya kampanyayê derket holê. Sernavên kampanyayê diyar in. Yek ji vê tecrîd e. Yek biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de, ya din krîza aborî, nîqaşên derbarê girtina HDP û şîdeta li ser jinê ye. Me bernameyên çalakî zelal kirin.”
 
‘Sernavê kampanyayê ji bo her kesî edalet e
 
Ozlemê bi lêv kir ku bi giştî daxwaza ji civakê hatiye girtin ‘edalete’ û wiha pê de çû: “Bêdadî, bêhiqûqî hema hema xwe li her qada civakê daye xuyakirin. Li ber vê jî em hedef dikin ku xeteke têkoşînê ya hevpar bi hemû aliyan re ava bikin. Hedefa me ev e ku em xwe bigihînin hemû kesên ji vê rewşê ne razî û xeta berxwedan û têkoşînê ava bikin. Me wek meclîsa jinan jî nîqaş meşand. Nîqaşên me didomin. Wê serdanên me bidomin. Lê tecrîdek giran heye. Bi tecrîdê re şer û xizanî jî heye. Ji ber vê jî yên herî zêde bi bandor dibin jin in. Ev jî hedefa mezinkirina têkoşînê bixwere tîne. Li pêş me 8’ê Adarê heye. Di 1’ê Adarê de em starta xebatan didin. Em ê li dijî qetilkirin, şîdeta li ser jinan, li dijî binpêkirinên li girtîgehan li qadan bin. Hemû jin ji polîtîkayên desthilatdariyê nerehetin. Bi awayekî sîstematîk jin tên qetilkirin. Li dijî van êrîşan li van qetilkirinên jinan ez dikarim bêjim ku yekitiyeke di nokteya têkoşînê de heye.”
 
Hewl didin jinan bitirsînin’
 
Ozlemê balkişand ser girtina Leyla Guven û Ayşe Gokkan û got ev êrîş di şexsê wan de derketine holê û got: “Bi van girtinan dixwazin civakê bitirsînin û têkoşînê biçewisînin. Dixwazin pêşî li jinan bigirin. Sedema van êrîşan jî ev e ku jin li dijî faşîzmê bi biryar û îrade ne. Têkoşîna jinan a li dijî faşîzmê îro dest pê nekiriye û îro wê bi sînor jî nemîne. Bi salane têkoşîna jinan heye, destkeftiyên mezin hene. Ev êrîş wê bi me şûnde gavê navêjin.”