Dayikên Aştiyê: Tecrîd berdewamiya komployê ye

  • 09:07 5 Sibat 2021
  • Rojane
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin û gotin: "Xwestin bi komployê rê li ber fikr û ramanê Abdullah Ocalan bigirin, lê bi ser neketin. Îro bi hezaran girtî li dijî tecrîdê li ber xwe didin. Em dayik jî dê bibin dengê girtiyan."
 
Di 15’ê Sibata 1999’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Komployeke Navneteweyî pêk hat. 23 sal in li Îmraliyê komplo bi tecrîdê tê domandin. Di 27'ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiye û herêmê li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê ya bêdem û dorveger hat destpêkirin û çalakî 71 roj in didome. Her wiha ji bo piştiriyê bidin girtiyan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê greva birçîbûnê hat destpêkirin û çalakî 50 roj in didome. Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdê 32 roj in greva xwe ya birçîbûnê didomînin.
 
Derbarê Komploya Navneteweyî û tecrîda ku 23 sal in tê domandin de endamên Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê, Sureya Yilmaz, Perîhan Altug, Hevlet Oncu û Turkan Duruç ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman.
 
‘Li hemberî komployê bêden nemînin'
 
Sureya Yilmaz, bal kişand têkoşîna li dijî tecrîdê û wiha axivî: "Divê em komployê û tecrîdê hêsan negirin dest. Komplo û tecrîd li hemberî kesekî pêk nehatiye li hemberî Gelê Kurd pêk hatiye. Ji ber vê yeke jî em ev roj weke rojekî reş dinirxînin. Laçik reş didin serê xwe û cilên reş li xwe dikin. Yên ku piştgirî dane komployê em şermezar dikin. Divê kurd komployê her tim bi bîr bînin. Ji ber ku wê dijminên xwe nas bikin. Li gorî wê ji wê sekna xwe diyar bikin. Pêwîste em li hemberî ev qas êrişan bêdeng nemînin û serî rakin. Îro tecrîd pêk tê û pêwîste em tecrîdê vale derbixin.”
 
‘Êriş li hemberî nasnameyê pêk tê'
 
Perîhan, ji diyar kir ku tecrîd berdewamiya komloyê ye û wiha got: “Beriya 23 salan bi komploya navnetewî re xwestin roja Rojhilata Navîn tarî bikin. Ji ber ku Abdullah Ocalan azadiya hemû gelan dikir armanc. Bi tecrîdê dixwazin gelan ji rastiya wan dûrbixin. Ev êriş li hemberî hebûn û nasnameya me ye. Kurdên ku şiyar bûne îro ji dikarin tecrîdê bişkînin. Divê kesek li hember vê qirkirinê bêdeng nemîne. Niha bi hezaran girtî li dijî tecrîdê li ber xwe didin."
 
‘Em komployê şermezar dikin'
 
Hevlet, ji bal kişand li ser tecrîdê û wiha got: “Em hemû ji dizanin hişmendiya ku komlo û tecrîdê dide meşandin heman e. Ango ev ji bi armanca bişaftina kurdan tê meşand. Dixwazin aştiyê kelepçe bikin. Tecrîd sûcê mirovahiyê tê meşandin. Em weke Dayikên Aştiyê bang dikin ku demildest divê tecrîd were rakirin. Em êdî naxwazin peyvên weke tecrîd, îşkence, nîjdaperestî bibihîsin. Em tecrîdê û komployê şermezar dikin û em her tim daxwaza aştiyê dikin."
 
‘Êdî dem dema rabûnê ye’
 
Turkan, jî wiha bal kişand ser tecrîdê: “Komploya navnetewî weke lekeyek qirêj cihê xwe di nava rupelên dîrokê de digire. Tecrîd ji berdewamiya vê komployê ye. Ev şerma wan mezintir dike. Lê çawa ku komplo vala hat derxistin pêwîste em tecrîdê ji bişkînin. Bi hezaran girtiyên siyasî ji li dijî van rabûn û niha li ber xwe didin. Niha tam dema rabûnê ye û divê em bibin dengê wan. Hêviya me ji ew e ku êdî gel rabe û bêje êdî bes e."