'Li Efrînê jinên astengdar jî dibin hedef'

  • 09:01 5 Sibat 2021
  • Rojane
 
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Hevseroka Komeleya Tîrêj a Astengdaran Emîre Elî, têkildarî revandina jina astengdar Xalîde Hisên Henan a li Efrînê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve wiha got: "Dewleta tirk li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî sûcên herî hovane pêk tîne. Kiryarên li dijî astengdaran asta hovîtiya dewleta tirk eşkere dike."
 
Komên girêdayî dewleta tirk di 23'yê Çileyê de jina ciwan a astengdar a bi navê Xalîde Hisên Henan revandin. Komên girêdayî dewleta tirk di saetên şevê de bi dizî xwe berdan mala Xalîde ya li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê ye. Dema ku malbat tevgera wan hîs dike, komên girêdayî dewleta tirk madeya hişbirê li rûyê wan dikin û piştre Xalîdeya ku ji roja ji dayik bûye heta niha lal û ker e direvînin. Malbata Xalîdeyê bi eslê xwe ji Gundê Yilanqozê yê Efrînê ye, lê ji ber gef û tehdîdan neçar man ku ji gundê xwe dekevin û li navçeya Cindirêsê bi cih bibin. Her wiha bavê Xalîdeyê, Hisên Henan di destpêka dagirkirina Efrînê de ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve, demeke dirêj dîlgirtî bû, lê piştî ku malbatê pere dan wan, berdan. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Komeleya Tîrêj a Astengdaran Emîre Elî nêrîn û helwesta xwe anî ziman. 
 
'Li Efrînê jinên astengdar jî dibin hedef'
 
Emîreyê bal kişand ser kiryarên dewleta tirk û hedefgirtina jinan û wiha got: "Heger mirov bala xwe bidê wê bibîne ku di hemû beşan de destavêtina li ser jinê heye. Ev yek jî sedemên wan ew e ku hêzên desthilatdar jinan weke metayê dibînin û bi kar tînin. Li rex vê yekê jin di civaka kurd de tişta herî pîroz e. Ji ber vê di tevahî êrîşên li ser Kurdistanê de hertim jin rastî tundî û çewisandinê tên. Li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî jin bi sûc û kiryarên herî hov re rû bi rû dimînin. Dewleta tirk û çeteyên wê jinên pêşeng û zana armanc digire. Di heman demê de li Efrînê jinên astengdar jî dibin hedef. Dewleta tirk zagonên ku mafê astengdaran diparêze jî binpê dike."
 
'Ev bûyer bi tu şêwazê nayê pejirandin'
 
Emîreyê di domandina axaftina xwe de behsa bûyerê kir û wiha pê de çû: "Jina ciwan a astengdar Xalîde Hisên Henan ku di mala xwe de bû û tu zirara wê negihaştiye kesî, hate revandin.  Xalîdeyê ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve tê revandin, bi vê rêbazê tevahî sînorên mirovahiyê derbas dikin. Mirov bi vê bûyera ku li dijî mirovahiyê ye, dikare asta hovîtiya hişmendî û pergala dewleta tirk bibîne. Weke Komeleya Tîrêj a Astengdaran li Kantona Kobanê em vê bûyerê bi tundî şermezar dikin û em kiryarên bi vî rengî bi tu şêwazî napejirînin."
 
'Divê hesab bê pirsîn'
 
Emîreyê banga rawestandina sûc û kiryarên dewleta tirk kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dibêjin ku têgeha mafên mirovan bi nav hatiye hiştin. Heger ne wiha be divê rêxistin, hêz û aliyên ku xwe weke berpirsiyar nîşan didin bi erka xwe rabin. Êdî divê hesab ji dewleta tirk were pirsîn, sûc û kiryarên wê werin rawestandin da ku bûyerên wiha dubare nebin."